Li Pakistanê avahî hilweşiya: 27 kes mirin 2025-07-06 11:52:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Pakistanê avahiyek hilweşiya û herî kêm 27 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Di 4’ê Tîrmehê de li bajarê Karaçî yê Pakistanê avahiyeke 5 qat hilweiya û herî kêm 27 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Berdevkê komên rizgarkirinê Hasan Xan ji AFP’ê re axivî û got: “Piraniya kavilan hatin rakirin û 27 kesan jiyana xwe ji dest dane.” Rayedaran diyar kirin ku wan ragihandibûn ku avahî xetereye lewma di salên 2022, 2023 û 2024’an de ji welatiyên di avahî de ji bo valakirinê agahî şandine.    Nifûsa Pakistanê zêdetirî 240 milyon e û bi taybet jî ji ber standartên kêm û malzemeyên bêqelîte gelek caran banên avahiyan û avahî hildiweşin.