Hamasê qebûl kir ku dîlgirtiyên Îsraîlî serbest berde 2025-07-10 10:25:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Hamasê ragihand ku di çarçoveya muzakereyên ji bo sekinandina êrişên li dijî Şirîda Xezeyê hatine destpêkirin de qebûl kiriye 10 dîlgirtiyên Îsraîlê berde.    Ji bo agirbesta li Şirîda Xezeyê û pevguhertina dîlgirtiyan, pêvajoyeke nû ya muzakereyan hate destpêkirin. Êrişên Îsraîlê yên li dijî herêmê di roja 642’yan de didome. Hamasê, ragihand ku wan qebûl kiriye 10 dîlgirtiyên Îsraîlî berdin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di mijara alîkarîgihandina Xezeyê, vekişîna bi temamî ya Îsraîlê ya ji Xezeyê û agirbesta mayinde de hêj bi Îsraîlê re lihev nekirine.    ÎSRAÎLÊ DAXUYANÎ DA    Serfermandarê Giştî yê Artêşa Îsraîlê Eyal Zamîr jî li Koleja Ewlehiya Neteweyî daxuyanek da û got ku ji bo peymana dîlgirtiyan mercên pêwîst ava bûne.