Rojnameger Er: Pêşeroja pêvajoyê girêdayî helwesta hikûmetê ye 2025-07-10 10:42:48 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Erdal Er diyar kir ku torena PKK dê li dar bixe ji bo pêvajoyê qonaxeke krîtîk e û got: “Pêşeroja pêvajoyê, girêdayî helwesta hikûmetê ye. Divê Enqere ji bo van gavan zemîneke hiqûqî û yasayî ava bike.”    Serdana Serokê Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin a di 1’ê Tîrmehê de ya Herêma Federe ya Kurdistanê û geşedanên têkildarî çekberdanê ya PKK’ê herêm xist nava liv û tevgerê. Rojnameger Erdal Er têkildarî geşedanên li herêmê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    SERDANA KALIN     Erdal Er ku geşedanên li herêmê di cih de dişopîne, diyar kir ku Kalin bi rojeva xeta boruya petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê hatiye serdanê û got: “Di hevdîtinên bi rayedarên Rêveberiya Herêma Kurdistanê de rewşa xeta boruya petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê, geşedanên li Şengal û Mexmûrê, krîza di navbera Hewlêr-Bexdayê de, polîtîkayên Iraqê yên ewlehiyê û rageşiya di navbera Îsraîl-Îranê de hatin axaftin. Tirkiye hewl dide pozîsyona xwe ya li başûrê Kurdistanê û Iraqê jinûve ava bike û dosyaya pêvajoya çareseriyê jî di vê çarçoveyê de dinirxîne. Lêbelê hema hema tevahiya rojevên li ser hatiye axaftin tevlihev in, piraktor in û ne meseleyên wisa ne ku tavilê bên çareserkirin. Lewma jî mirov nikare bibêje mutebeqetek çêbûye yan jî pêvajo zelal bûye.”    XETA PETROLÊ     Bi domdarî Er, anî ziman ku Tirkiye hewl dide rola navbeynkariyê ya di rageşiya di navbera Hewlêr-Bexdayê de xurt bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yek ji mijara herî krîtîk a di hevdîtinê de hatî nîqaşkirin, xeta boruya petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê bû. Tirkiyeyê di demên berê de bi rêveberiya Hewlêrê re ji bo 49 salan peymana enerjiyê mohr kiribû lêbelê rêveberiya Bexdayê ev peyman nas nekir û serî li Dadgeha Tehkîmê ya Parîsê dabû. Dadgehê, Bexda mafdar dîtibû û Tirkiye mehkûmê dayina tazmînatê kiribû û ev xeta boruyê hatibû girtin. Ev xet hêj jî nehatiye vekirin û ev ne tenê meseleyekî aborî ye; her wiha bûye sembola krîza siyasî û îdarî ya di navbera Bexda û Hewlêrê de. Her çend Tirkiye hewl bide pozîsyona xwe ya navbeynkariyê ya di vê aloziyê de xurt bike jî, ji ber bêîstîqrariya siyasî ya navxweyî û polîtîkaya hevnegirtî ya derve zehmetiyê dikişîne. Li hêla din, di demên dawî de DYA kete dewrê, bi taybet jî peymanên enerjiyê yên mezin ku Mesrûr Barzanî li Washingtonê mohr kir, xetekî rageşiyê ya nû vekir. Ev rewş ne tenê bi enerjiyê bisînor e, di heman demê de bandora şerê Îsraîl-Îranê ya li ser Iraqê jî nîşan dide.”    TEMÎNATA DESTÛRA BINGEHÎN     Er, bal kişand ser torena dîrokî ya PKK’ê ku dê li Silêmaniyeyê were lidarxistin û ev tişt anî ziman: “Li gel van rojevan, torena PKK ku dê di rojên pêş de li dar bixe û banga wê ya bidawîkirina pevçûnan, pir krîtîk û girîng e. Ev toren ne tenê sembolîk e; ji bo sekinandina pevçûnan, bêdengbûna çekan û jinûve rojevîkirina çareseriyê jî dê bibe peyameke xurt. Toren, weke qonaxeke nû ya piştî banga 27’ê Sibatê ya Abdullah Ocalan tê nirxandin. Ev toren, ji bo bidawîkirina şerê 50 sal in didome gavekî girîng e. Lêbelê heke Enqere bersivekê nede vê gavê, em ê ji aştiyê dûr bikevin. Pêşeroja pêvajoyê girêdayî helwesta hikûmetê ye. Înîsiyatîfa ku dê gerîla li xwe bigire, bi tena serê xwe çareseriyê nayîne. Divê Enqere ji bo van gavan zemîneke hiqûqî û yasayî amade bike û di serî de rakirina tecrîda li ser Ocalan, gavên şênber biavêje.”    FIRSENDA DÎROKÎ     Er, bi lêv kir ku pêvajo tenê bi Tirkiyeyê re bisînor nîne lê di heman demê de ji bo xurtkirina yekitiya di navbera Kurdan de jî firsendekî dîrokî pêşkeş dike û wiha pê de çû: “Bi taybet jî divê rageşiya di navbera Hewlêr û Silêmaniyeyê de di vê pêvajoyê de ji holê were rakirin. Banga Ocalan xwedî wateyeke wisa ye ku dikare vê dabeşbûnê nerm bike. Mimkin nîne bi ziman, rê û rêbazên berê îro were birêvebirin. Divê Kurd ne li ser kitekitan lê li ser meseleyên esasî bisekinin. Toren dê tenê bibe destpêkek, ji bo têkoşîn û aştiyê pêdivî bi rêyeke dirêj heye. Ev pêvajo tenê bi tevlibûneke çalak dikare bi ser keve.”    ÊRIŞ     Bi domdarî Er êrişên bi SÎHA û fuzeyan ên di demên dawî de li Silêmaniye û Hewlêrê zêde dibin bi bîr xist û axaftina xwe wiha qedand: “Îxtîmal heye ku herêm veguhere qadekî pevçûnan. Hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Iraqê, di raya giştî ya Iraqê de rê li ber nîqaşên cidî vedike. Li hêla din aştiya navxweyî ya Iraqê nehatiye tesîskirin, Iraq di navbera Îran-DYA’yê de tengijiye û ev jî herêmê ber bi hevkêşeyeke hesas ve dibe. Hilbijartinên ku dê di Mijdarê de bên lidarxistin lê îxtîmal heye bên taloqkirin jî weke nîşaneya vê bêîstîqrariyê ye. Di rewşa heyî de divê hikûmet gavan biavêje. Hem mijarên Kalin di hevdîtinan de xistî rojevê hem jî torena PKK’ê, xwedî potansiyeleke wisa ye ku zemîna pêvajoyeke nû ji bo herêmê biafirîne. Ketina meriyetê ya vê potansiyelê, girêdayî avêtina gavan û cisareta îradeya siyasî ye.”    MA / Zeynep Durgut