ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2025'AN 2025-07-16 09:00:17   * Dayika Aştiyê Turkan Dûrçê ku beşdarî merasîma dîrokî ya çekşewitandinê ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk bû, got: "Em hem xemgîn bûn û hem jî kêfxweş bûn. Divê kurd ne bi dewletê, baweriya xwe bi xwe bînin, bi Ocalan bawer bin."      * Yakûp Aydin, kekê Hakan Aydin ê endamê Koma Aştî û Civaka Demokratîk, got: "Em dixwazin birayên xwe di nav xwe de bibînin. Hêviya me ew e ku gav demildest werin avêtin û her kes tevkariyê pêvajoyê bike."     * Cîgira Hevserokê Giştî yê DBP’ê Narîn Gezgor, di hevdîtinên gel de diyar kir ku pêkaniya aştiya civakî derketiye holê û got: “Êdî gelê me li benda gavên şênber û sererastkirinên qanûnî ye.”     * Di doza Mîraç Mîroglu yê 7 salî ku ji ber lêqelibandina maşîna zirxî jiyana xwe ji dest dabû, biryara beraetê ya ku der heqê polîsekî de hatibû dayîn ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hate xirakirin. Lê belê, "destûra lêpirsînê" ya Wezareta Karên Hundir ku ji bo ji nû ve darizandinê pêwîst e, bi mehan e nehatiye dayîn.     * Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Şerîf Demîr, ragihand ku dê ji bo şopandina “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk”, “Koma Şopandina Aştiyê û Xebata Tenduristiyê” ava bikin.     * Bi destpêka pêvajoyê ve daxwaza civakê ya mafên bingehîn didome. Sekreterê Giştî yê Egîtîm Senê Zulkuf Guneş, diyar kir ku ji bo astengiyên li pêşiya perwerdehiya zimanê dayikê rabin pêdivî bi “bi mifredata aştiyê” heye.     * Şandeya DEM Partî ya Îmraliyê, dê bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutuglu re bicive. (11.00-14.00) ZINDÎ     * Li dijî qanûna ku rê li ber kanên madenê li nava zeytûngehan vedike, li ber Meclisê dê daxuyaniyek bê dayîn. (11.00)     * Jin dê ji bo Ayşe Tokyaz a ji aliyê polîsekî berê ve hate qetilkirin, ji Parka Ayvalitaş a Kadikoyê heta Opera ya Sureyya bimeşin. (18.30)