Îdareya girtîgehê nav û rengê Amedsporê sansur kir 2025-07-18 14:32:24   NAVENDA NÛÇEYAN- Îdareya Girtîgeha Jinan a Bunyan Kayseriyê, forma Amedsporê ya ku girtiya bi navê Yaprak Taşçi li xwe kiribû û pê wêne kişandibû, bi photoshopê ve jê bir.    Îdareya Girtîgeha Jinan a Bunyan Kayseriyê, forma Amedsporê ya ku girtiya bi navê Yaprak Taşçi li xwe kiribû “bifikar” dît. Yaprak Taşçi, ji bo wêneyê xwe ji malbatê re bişîne hem bi hevalan re û hem jî bi tena serê xwe wêne kişand. Îdareya girtîgehê, forma Amedsporê ya di wêneyê de “bifikar” dît û bi photoshopê ve reng û nîvîsên li ser formayê jê bir û şandina wêne bo malbatê hate astengkirin.