Husiyan êrîşî Îsraîlê kirin 2025-07-19 11:21:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Hûsiyan bi fuzeyên hîpersonîk êrîş birin ser Balafirgeha Ben Gûrîon a li nêzî Tel Avîvê. Îsraîlê ragihand ku wan êrîşan têk biriye.    Hûsiyên bi desteka Îranê li Yemenê ne, Balafirgeha Ben Gurîon a li nêzî Tel Avîvê kirin hedef. Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) ragihand ku ji Yemenê fuzeya balîstîk ber bi Îsraîlê ve hatiye avêtin û li gelek herêmên welêt dengê sîrenên êrîşa hewayî hatiye. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku fuze ji aliyê sîstemên parastina hewayî ve hatiye bêbandorkirin û ji sivîlan hat xwestin ku berê xwe bidin stargehan Hûsiyên ku Îran piştgiriya wan dike berpirsiyariya êrîşê girt ser xwe.    Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yahya Saree ragihand, Balafirgeha Ben Gûrîon a li nêzî Tel Avîvê bi fuzeya hîpersonîk balîstîk a bi tîpa "Fîlîstînî-2" hedef hatiye girtin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Gelê Îsraîlê ber bi stargehan ve reviya. Ev tenê destpêk e. Heta ku êrîşên li hemberî Xezayê bi temamî bên rakirin û dorpêçî bi temamî bê rakirin, operasyonên me wê dewam bikin."   Heta niha têkildarî ziyan an jî windahiyên ji ber êrîşê ji aliyê Îsraîlê ve ti agahiyên berfireh nehatine dayîn. Lê belê hat ragihandin ku hin seferên li Tel Avîvê û derdora wê, weke tedbîreke ewlekariyê bi demkî hatine sekinandin.    Hûsiyan ji 7'ê Cotmehê ve gelek caran êrîşên bi fuze û dronan li ser Îsraîlê li ser Derya Sor pêk tîne û bersiva êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê da.