ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2025'AN 2025-07-22 09:00:10   * Welatiyên beşdarî civînên li Aydinê bûn, destnîşankirin ku pêwîst e hemû derdorên civakê beşdarî pêvajoyê bibin. Guler Eratê anî ziman ku divê AKP, MHP û CHP jî pêvajoyê ji derdora xwe re vebêjin.     * Ji ber ku dibistan di betlaneyê de ne, zarok bi beşdarbûna qursên ku ji hêla Kurdîgehê ve hatine vekirin, zimanê kurdî fêr dibin.     * Rojnamevan Alî Bayramoglû diyar kir ku ji bo kesên ku çekan deynin garantiyên qanûnî pêwîst in û got: "Ger AKP û MHP zemîna demokratîk vekin, pêşketin pêkan e. Lihevhatina civakî jî daxilî vê ye."      * Berîvan ku her roj di rêyên dijwar re ber bi Deşta Sunduz a li navçeya Miksê ve dimeşin, diyar kirin ku ew heqê keda xwe nagirin û ji ber krîza aborî ew ê dest ji sewalvaniyê berdin û koç bikin.     * Hevserokê DAD'ê Zeynel Kete ku merasîma dîrokî temaşe kir, wateya tunekirina çekan wekî "Şewitandin tê wateya di gerdûneke nû de rêvekirina hebûnên nû" şîrove kir û bang li elewiyan kir ku bibin aliyê pêvajoyê.       * Endamê OHD'ê Veysî Atmaca, diyar kir ku komîsyona dê li Meclisê bê avakirin divê her kes xwedî gotin be û destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêdivî bi guhertina destûra bingehîn heye.       * Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, diyar kir ku ji bo "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" li bajêr dest bi xebatê kirine û got: "Ji vir û şûn de gavên ku dê bên avêtin diyar in; li ser bingeha welatibûneke wekhev guhertina destûra bingehîn e."     * Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk, dê li navçeya Sûrê ya Amedê di kafeyekî de bi rojnemevanan re bicive. (10.30) ZINDÎ     * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, di civîna PM a partiya xwe de dê têkildarî geşedanên rojevê daxuyanî bide. (10.30) ZINDÎ     * Ji bo girtiya nexweş Fatma Tokmak dê li avahiya ÎHD'ê ya li Beyoglu daxuyaniyê bê dayîn. (13.00)