Înfaza wî hat şewitandin, hat sirgûnkirin 2025-07-26 13:06:52   RIHA - Girtî Serhat Bûlûtê ku ji berdana wî re 4 meh mabûn, ji Girtîgeha Rihayê sewqî Girtîgeha Xarpêtê hat kirin.    Serhat Bûlûtê ku ji sala 2018'an ve di Girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa T a Rihayê de bû, sewqî Girtîgeha Hejmar 1 a Xarpêtê hat kirin. Bûlûtê ku di sala 2019'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 7 sal û 8 meh ceza lê hat birin, ji ber ku bertek nîşanî guherandina qawîşa wî de bûn, cezayê dîsîplînê lê hatibû birin û ji ber vê infaza wî hatibû şewitandin. Bi vê biryarê Bûlûtê ku diviyabû di Kanûna 2023'yan de bihata berdan, taloqî 21'ê Mijdara 2025'an hat kirin.    Dayika wî Ayten Bûlût ku bertek nîşanî sirgûna kurê xwe da got: "Dibêjin pêvajoyek heye, lê sirgûn idomin. Înfaz tên şewitandin. Li holê tu neyteke baş tüne ye. Hevdîtin didomin, lê ev tişt diqewimin. Ev malbatan hêrs dike."