Civîna qabîneyê ya serokkomartiyê dest pê kir 2025-08-11 17:13:45   ENQERE- Di civîna qabîneyê ya Serokkomartiyê de, Pêavjoya Aştî û Civaka Demokratîk jî di nav de dê li ser gelek mijaran bê sekinandin.    Civîna qabîneyê ya Serokkomartiyê ya bi serokatiya Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, li Kulliyeya Serokkomartiyê dest pê kir. Di civînê de dê gavên di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bên avêtin û nexşerêua nû bê nirxandin.    Di civînê de dê raporên îstixabartê yên MÎT'ê yên têkildarî qadê bên nirxandin.    Her wiha dê di warê politikaya derve de jî li ser plana dagirkirinê ya Îsraîlê ya ji bo Xezeyê bê sekinandin û hevdîtinên Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan ên bi Misirê û hevpîşeyên wî re bên nirxandin.    Dê bandorên peymana aştiyê ya di navbera Serokkomarê Azerbêcanê Îlham Aliyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan jî di civînê de bên gengeşekirin.