Şêniyên gundê Mizakê: Em ê rê nedin talanê 2025-08-12 09:02:29 AMED - Li gundê Mizak ê Licê tevî xetereya erdhej û hezazê jî xebatên lêgerîna madenê didomin. Welatiyên ku bertek nîşan dan gotin ku ew ê rê nedin talanê.  Li gundê Mizak ê navçeya Licê ya Amedê tê xwestin kana madenê ya sifir bê avakirin. Ev yek gefê li xwezaya herêmê dixwe. Li herêma ku cihê erdhej û hezazê ye, xebatên madenê didomin. Ev yek zirarê dide ava vexwarinê ya gundiyan.    Şêniyên gund diyar kirin ku ew ê rê nedin talana şîrketan.      Niştecihê taxê Îlhamî Okman diyar kir ku wan doz li dijî şîrketê vekiriye û got: "Piştî şîrket di 2023'an de hat vir min giliyê wê kir. Me li ji her taxê 2 kes bi rêya parêzeran doz vekir. Piştî vê di sala 2024'an de biryara keşfê hat dayîn. Lê keşf nehat gund. Piştî serlêdana duyan keşf hat. Em ê dest ji dozê bernedin. Ji lew re zirara ku maden bide vir, telafiya wê tune ye. Şîrket gundê me talan dike. Tenê li gundê Mizakê 95 sondaj hatine vekirin."      Elîf Alanê anî ziman ku tevî dêya xwe Azîze Alanê li dijî şîrketê têdikoşin û got ku şîrketa madenê darên wan û ava wan talan kiriye. Elîf Alanê got: "Em şîrketan naxwazin. Ev der qada me ya jiyanê ye, zeviya me ye, em sewalvaniyê dikin. Em ê xwedî li axa xwe, ava xwe û siberoja xwe derkevin. Em ê bi bi berxwedanê bi ser bikevin."     Yûsûf Kaçî jî destnîşan kir ku qadên jiyanê tên talankirin û got: "Kesên qadên me yên jiyanê tune dikin, bi pereyan li Mîamî, Dûbaî an jî cihên din kêfê dikin. Ava vexwarinê ya mirovan tune ye, ew ê jî li kêfa xwe mêze bikin. Ev der qada jiyanê ya gundiyan e. Bila dest ji vir berdin. Li vir xeta fayê ya Çewligê derbas dibe. Ev cihekî talûke ye. Dê siyanur axê mahf bike. Li Îlîçê jî ev kirin. Jiyanê tune dikin. Em ê rê nedin vê felaketê."    MA / Fethî Balaman