Polîsan ji bo 'sihbetê' gazî wî kir, piştî ku red kirî gef lê hatin xwarin 2025-08-12 09:08:48 WAN - Welatiyê bi navê Sedat Alkan anî ziman ku polîsan ji bo "sihbetê" ji Midûriyeta Polîsan a Wanê gazî wî kirine û got ku dema wî ev yek red kirî jî îcar polîsan gef lê xwariye.  Kesê xwe wekî polîs da naskirin û ji bo "sihbetê" heya Midûriyeta Polîsan a Wanê gazî welatiyê bi navê Sedat Alkan kir, piştî ku Alkan teklîfa wî qebûl nekir gef lê xwar. Alkan di hevdîtinê de dengê polîs tomar kiriye. Di qeydê de tê bihîstin ku polîs jê re dibêje "Em ê te ji malê bigirin, "em ê der barê te de biryara lêgerînê bidin". Alkan serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê da û doza alîkariya hiqûqî kir.    'GEF LI MIN XWARIN'   Alkan anî ziman ku ku polîsan ji bo sihbetê telefonî wî kirine û got: "Kesê ku xwe wekî polîs da naskirin, got ku ew dikarin li midûriyeta polîsan an jî li cihekî din sihbetê bikin. Dema ku min pirsî çima ew dixwazin sihbetê bikin, wan ji min re got ku ew dixwazin bi min re biaxivin. Wan negot mijar çi ye, lê ew li ser mijarên ku her welatparêzeke Kurd texmîn dike bû. Min ji wan re got ku ev hevdîtin nefermî ye û min red kir. Dema ku min red kir, wan dest bi gefxwarinê kir. Wan bi tiştên wekî, 'em ê werin malê te bibin', 'em ê der barê te de dosyeyekê vekin' û 'em ê lêgerîna te derxin.' Bi van gefan dixwestin tundiya derûnî li min bikin. Ji bo ez dest ji biryara xwe berdim serî li her rêyê dan. Lê min got 'hûn çi dikin bikin, qanûnî bikin.'"    Alkan, destnîşan kir ku dê hewldanên sîxurkirinê yên bi vî rengî tu carî bi ser nekevin û bang li her kesî kir ku bi tu awayî serî li ber rê û rêbazên bi vî rengî netewînin.    Alkan, bal kişand ser pêvajoya tê meşandin û got: "Beralîkirin çi dibin bila bibin, lê em ê di avakirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku bi ked û bedêleke giran hatiye destpêkirin de cih bigirin. Ji bo aştî çêbibe çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê paş de gav neavêjin."