Li dijî ÎBB’ê operasyoneke nû: Ji bo 14 kesan biryara binçavkirinê hat dayin 2025-08-12 07:59:09 NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya operasyona 8’emîn a li dijî ÎBB’ê de ji bo 14 kesan biryara binçavkirinê hat dayin.  Operasyonên li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) didomin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de ji bo 14 kesên din biryara binçavkirinê hate dayin.    Serdozgeriyê, têkildarî biryarê daxuyanî da û got: “Serokê Daîreya Weşan û Têkiliyên bi Gel re yê ÎBB’ê Taner Çetîn ku dema Ekrem Îmamoglû Şaredarê Beylîkduzuyê heta niha her tim pê re di nava pêwendiyê de bû, piştî Îmamoglû bûyî Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê, girêdayî Mûrat Ongun, bûye mijara nelirêtiyên li ÎBB’ê. Ji şîrketên îhale standin bo wî û rêxistina sûc pere stendine û rê li ber zirara cemaweriyê vekirine. Her wiha der heqê 14 xebatkarên ÎBB’ê; nûnerên şîrketan û xebatkarên şîrketan de ku di dema pêvajoya Taner Çetîn ji îhaleyan pereyê neheq qezenc dikir de sûcê endamtiya rêxistinê, hîleya di îhaleyê de, bertîl û sûcê şêlandinê dikirin de biryara binçavkirinê hatiye dayin.”    8 OPERASYON, 97 GIRTΠ   Heta niha li dijî ÎBB’ê 8 operasyon hatine kirin û bi giştî 316 kes hatine binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsînê de 97 kes hatine girtin.