Ji bo Metîn Arslan meş hat lidarxistin: Em ê têkoşîna wan mezin bikin 2025-08-12 11:43:02 RIHA - Ji bo Metîn Arslan li warê wî şîn hate danîn. Ber bi cihê şîna Arslan ve meşeke girseyî hat lidarxistin. Hevsrokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di şînê de got: “Em careke din soz didin wan ku dê vê têkoşînê mezin bikin.” HPG’ê duh ragihand ku endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Metîn Arslan (Koçero Riha) di 4’ê Mijdara 2019’an de di encama êrişeke hewayî de jiyana xwe ji des daye. Piştî daxuyaniyê, li warê wî gundê Amarayê yê navçeya Xelfetî ya Rihayê şîn hate danîn. Bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî û Çandê ya Malbatên Xizmên Xwe li Xaka Qedîm Winda Kirin re (KATDER), di têketina gund ber bi cihê şînê ve meş hat lidarxistin.    Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Cîgirê Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mehmet Ruştu Tiryakî, wekîlên DEM Partiyê Omer Ocalan, Ferît Şenyaşar, Dîlan Kunt Ayan û Saliha Aydenîz, Mehmet Ocalan, rêveberên MEBYA-DER’ê, Dayikên Aştiyê yên Riha, Amed û Dîlokê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên bajar û navçeyan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li bûn. Girseyê wêneyên Arslan hilgirt û ji têketina gund heta cihê şînê meş li dar xist. Di meşê de pankarta “Şehîd, sembola mezinehiya dozekê û serkeftina wê ne” û dovîzên “Em ji mirinê mezintirin”, “Şehîd xwediyên rasteqîn ên dijîn û hatine afirandin in” hatin hilgirtin û gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.    Girse, li qada şînê ji hêla malbat û xizmên Arslan ve hate pêşwazîkirin.    ‘EM SERBILIND IN’   Wekîlê DEM Partiyê Omer Ocalan di şînê de axivî û got: “Vî gelî heta xwe gihandî van rojan her êş kişand. Divê êdî ev êş bi dawî bibin. Bi salan şerekî gelek qirêjî meşandin. Li hemberî rastiya înkarkirina gelekî, têkoşînek hebû. Me di vê rêyê de gelek mirovên xwe winda kirin.” Ocalan, bal kişand ser pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd û got: “Ev gel ji tevger û serokê xwe bawer e. Koçer Urfa, xizmê birêz Ocalan bû. Li ser navê rêbertiya xwe em serbilind in.”    ‘HER ŞEHÎDEK HEQÎQETÊ NÎŞAN DIDE’   Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî di bîranînê de wiha got: “Di şexsê Koçero Urfa de hewceye em ji bo her mirovekê xwe yê me di vê rêyê de winda kiriye pirsên ‘armanca me çi bû?’, ‘me çi xwest?’ bikin û rêya xwe vekin. Bi saya kesên ev 55 sal in bi pêşengtiya Abdullah Ocalan têdikoşin em îro daxwaza azadiya xaka xwe dikin. Em dizanin ku em bi saya van pêşeng û şehîdên Kurdistanê îro li vir in. Lewma divê em têkoşînê mezin bikin. Divê em berpirsyartiya li ser milê xwe bi awayekî herî baş bicih bînin. Her şehîd, dilê me dişewitîne lê di heman demê de heqîqetekê nîşanî me dide. Tînin bîra me ku çiqas zehmet dibe bila bibe divê em vê rêyê bidomînin. Em careke din soz didin wan ku dê vê têkoşînê mezin bikin.”    Şîna Metîn Arslan dê sê rojan bidome.