DEM Partî bi karkerên tekstîlê re civiya 2025-08-13 15:14:57   MÊRDÎN - DEM Partî li Kerboranê di çarçoveya “Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk” de bi karkerên tekstîlê re civiya.    “Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk” ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) didomin. Di çarçoveya xebatan de li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê bi karkerên tekstîlê re civiya. DEM Partiyî li atolyeyên tekstîlê geriyan û têkildarî pêvajoyê agahî parve kirin. Rêveberên DEM Partiyê yên Mêrdîn û Kerboranê, Hevserokên Kerboranê Asya Gezer û Azîz Araman Akin û Wekîl Saliha Aydenîz jî di serdanê de cih girtin.    ‘PÊVAJO DÊ BI SER KEVE’   Saliha Aydenîz di serdanê de axivî û got: “Di vî şerî de gelê me, ciwanên me koçber bûn û neçar man li bajarên dûr bixebitin. Li her derê êş kişandin. Birêz Ocalan muxatabê dewletê ye û îro pêvajoyek heye. Ev bi saya berxwedanê, bi saya bedelên hatine dayin e. Em tevek jî aştiyeke birûmet dixwazin. Herî zêde em di vî şerî de mexdûr bûn û herî zêde em aştiyê dixwazin. Divê ciwan û pêşengên ciwanê xwedî li pêvajoyê derkevin. Ji bo koçî bajar û welatên din nekin, ji bo li ser xaka xwe bijîn divê em xwedî lê derkevin. Kurd îro hêzeke birêxistinkirî ne, rêberekê wan heye. Ji her demê bêhtir bihêz in. Lewma em ê xwedî li pêvajoyê derkevin û bi ser kevin.”