10 sal bere hatin qetilkirin hê jî dosyaya wan veşartî ye 2025-08-14 09:49:17 MÛŞ - Li Gimgimê di dema qedexeyên derketina derve de bavê 3 zarokan Rahmî Kiziltaş û xizmê wî Abdullah Toprak 10 sal berê hatin qetilkirin û hê dosyaya wan veşartî ye û kuştina wan nehatiye zelalkirin.    Piştî bidawîbûna pêvajoya diyalogê ya salên 2013-2015’an pêvajoya şer  destpê kir û li gelek navçeya û bajaran qedexeyên derkitina derve hat îlankirin û ji ber van qedexeyan gelek sivîl hatin qetilkirin. Qedexeya ewil li navçeya Gimgim ya Mûşê hat îlankirin, 2 jê sivîl 4 kes hatin qetilkirin. Endama YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) di 10’ê Tebaxê de hat qetilkirin û ji ber teşhîrkirina bedena wê hêrsa gel zêde bû û li gelek taxan barikat hatin danîn. Ji ber pevçûnan li navçeyê di 14’ê Tebaxê de qedexeya derketina derve hat îlankirin. Qedexeya derketina derve di 18’ê Tebaxê de bi dawî bû. Di dema pevçûnan de karkerên înşaetê bavê 3 zarokan Rahmî Kiziltaş (35) û xizmê wî Abdullah Toprak (24) bi guleyan hatin qetilkirin. Piştre şahidên bûyerê ji malbatê re ragihandin ku Kiziltaş û Toprak hatine înfazkirin. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin, biryara veşartî ya dosyayê hat dayîn û 10 sal in dosya veşartî ye.    ‘BILA KESEK JIYANA XWE JI DEST NEDE’       Devrîm Toprak anî ziman ku birayê wî û xizmê wî ligel ku sivîl bûn hatin qetilkirin. Toprak diyar kir ku cenaze şandin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê, nexwestin cenazeyan bidin û piştî hewldana 4 rojan cenaze wergirtine û anîne Gimgimê û wiha axivî: “Xizmên me jiyana xwe ji dest dan; Lê dibe ku tu kesên din jiyana xwe ji dest nede. Weke gel em aştiyê dixwazin. Di vê mijarê de pêvajoyek tê meşandin. Û ji ber ku ez ji vê bawer nabim û ji ber ku pêvajo jî bi lez dimeşe, bêguman em hinekî bi fikar in. Fikarên me yên wekî, dê ji vê çi derkeve? Gel mafdar e ku meraq bike; Lê hêvî dikim ku tu pirsgirêk dernekeve. Bila kes neêşe. Em dixwazin li vî welatî di nava şert û mercên herî baş de bi hev re bijîn. Ev xeyala me hemûyan e, ya her kesî ye.”   Toprak da zanîn ku têkildarî kuştina xizmên xwe serî li rêyên hiqûqî dane, heta niha tu bersiv nehatiye dayîn.    BEHSA BIRAYÊ XWE RAHMÎ KIR      Mahsar Kiziltaş behsa birayê xwe Rahmî Kiziltaş ê hat qetilkirin kir û anî ziman ku roja bûyerê birayê wî bi kincên înşaetê hatiye malê û dûre çûye navenda navçeyê û heta hatiye kuştin agahî jê negirtine. Kiziltaş ragihand piştî qedexeya derketina derve ji bo li birayê xwe bigere çûye navendê diyar kir ku ew pê hesiyane ku birayê wî Rahmî jiyana xwe ji dest daye. Kiziltaş bibîr xist ku li Meletiyê dema çûn cenazeyan bînin hewldanên provokatîf hebûn û anî ziman ku piştî zor û zehmetiyan cenaze di dawiya dawî de radestî wan hatine kirin.   BI 12 GULEYAN HAT KUŞTIN     Kiziltaş diyar kir ku derbarê dosyaya birayê wî û Abdullah Toprak de ji ber ku biryara veşartî heye hê jî xwe negihandine dosyayê û wiha got: “Birayê min bi 12 guleyan hat kuştin. Ger ketibe pevçûnê jî dikaribûn wî sax bigirin. Gulê serê pêçiya wî jî ketibû. Guleke ji qirika wî dikeve û serê wî de derdikeve. Çawa dibe ku guleyek ji durve tê avêtin, ji qirikê dikeve û di serî de derdikeve.”   BAVÊ 3 ZAROKAN BÛ    Kiziltaş da zanîn ku di wê pêvajoyê de polîs her tim dihatin taxa wan, li ser gel zextên psikolojik dikirin, bal kişand ser pêvajoya ku hatiye destpêkirin û wiha got: "Ji niha û pê ve bila kes nemire. Bi taybetî bila ciwan nemirin. Birayê min 35 salî bû û bavê 3 zarokan bû. Hevalê me yê din jî 24 salî bû û hatin kuştin. PKK'ê çeka xwe danî û şewitand; lê em nizanin aliyê din çiqas gavan bavêje Eger pêvajoyeke aştiyê hebe, bêguman em ê pêvajoya hiqûqî ya der heqê birayê min de dewam bikin. 10 sal an jî 20 sal şûnde jî em ê dest ji vê bernedin. Heta niha di dozê de hê jî biryara veşartî heye. Înşalleh wê di vê pêvajoya aştiyê de jî ev prosedurên qanûnî bilez bibin."   Kiziltaş bibîrxist ku piştî pêvajoya diyalogê bi dawî bû gelek kes çûn Ewropayê û kesên ku çûn metropolên Tirkiyeyê li wir jî rastî êrîşan hatin û wiha got:  “Em dibêjin bila weke xwîşk û bira bijîn. Bi salan Kurd û Tirk bi hev re wek xwîşk û bira jiyane. Em dixwazin di pêşerojê de jî bi hev re bijîn. Hêvîdarim ev pêvajoya aştiyê dewam bike. Em naxwazin kesek bimire.”