Nûnerê DÎSK'ê yê Stenbolê: Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd wekhevî divê 2025-08-16 09:19:21 STENBOL –Nûnerê Herêma Stenbolê yê DÎSK'ê Asalettin Aslanoglû diyar kir ku divê di pêvajoya berdewam de mafên bingehîn ên di destûra bingehîn de werin naskirin û got: "Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd wekhevî pêwîst e."   Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a dest pê kir, bi xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê berdewam dike. Di çarçoveya xebatê de, partiyên di komîsyonê de ji bo kes û saziyan pêşniyaz pêşkêş kirin ku werin guhdarîkirin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) sazî û kesên ku dixwestin werin guhdarîkirin pêşkêşî serokatiya komîsyonê kir. Yek ji saziyên di lîsteya DEM Partiyê de Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) e.   Nûnerê Herêma Stenbolê yê DÎSK'ê Asalettin Aslanoglû nêrînên DÎSK'ê yên li ser pêvajoyê û gavên pêwîst ji bo serkeftina wê bi Ajansa Mezopotamya (MA) re parve kir.    Aslanoglû diyar kir ku helwesta DÎSK'ê ya ji bo aştiyê zelal e. Aslanoglû anîz ziman ku DÎSK nûnertiya çîna karker dike û ji lêçûna şer a li ser karkeran û gel haydar e û got: "Em dibînin ku dewlemendiya ku em di şert û mercên şer de çêdikin çawa vediguhezîne faîzxêr, bazirganên çekan û rantxuran. Ji ber vê yekê, her gav bi zelalî diyar kiriye ku ew alîgirê aştiyê û dabeşkirina adil di nav aştiyê de ye. DÎSK'ê heta niha tu çalakiyek rasterast li ser pêvajoyê nekiriye. Ji ber ku pêvajoyek wisa berê jî hatiye meşandin. Di hawirdoreke pir bêewle de, pêvajo bêyî ku cewhera wê were famkirin an paşxaneya wê were lêkolînkirin, hat rawestandin. Yên ku hewl dan wê pêvajoyê pêk bînin, bedelên pir giran dan. Ji ber vê yekê, hûn dikarin bi hêsanî bibînin ku ne tenê DÎSK, lê di heman demê de gelek rêxistinên mîna DÎSK'ê û yên ku nêrînên wan tên guhdarîkirin, dudil in ku li ser pêvajoyekê biaxivin ku ne diyar e ka ew ê bibe sedema hawîrdoreke bêewle yan na. Ev yek divê bêtir were zelalkirin."    Aslanoglû diyar kir ku divê pevçûnên li ser bingeha siyaseta nasnameyê werin rawestandin û piştgiriya xwe ji bo avakirina şert û mercên aştiyê yên ku her kes xwe wekhev û azad hîs bike anî ziman. Aslanoglû got: "Komîsyon niha di destpêka xebata xwe de ye. Di destpêkê de, mijarên wekî şefafî, temsîl û pergala axaftvanan hatin nîqaşkirin. Ger pirsgirêkek hebe, heke tişt xelet biçin, an jî heke pirsgirêk bi yek rêyê were çareserkirin, bê guman Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şorşeger (DİSK) dê nêrînên xwe li ser vê mijarê eşkere bike. Ez bawer dikim ku hîn zû ye. Pir watedar û rast e ku partîyên ji nasnameyên siyasî yên cuda ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê li meclisê dicivin. Em hêvî dikin ku mijarên ku hatine nîqaşkirin bi rengekî şefaf bi raya giştî re werin parvekirin û pêşveçûn çêbibe."   Aslanoglû ku got "Wekhevî ji bo çareseriya mesela kurd pêwîst e" wiha domand: "Divê Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê misoger bike ku hemû welatiyên ku li welêt dijîn mafên xwe yên bingehîn ên mirovî wergirin. Divê mafên kurdan bên naskirin."   Aslanoglû destnîşan kir ku çîna karkeran herî zêde dixwaze aştî çêbibe û got ku ew dixwazin hemû civak piştgiriyê bidin vê pêvajoyê.    MA / Melîk Çelîk