Li ser kesê ‘Toros’ şewitandî tîşortê Yazicioglû hat dîtin 2025-08-19 14:10:54   ENQERE - Kesê ku li pêşiya Meclisê wesayîta “Toros”ê ya spî şewitandî, tîşortê ku wêneyê Muhsîn Yazicioglû li ser bû li xwe kir.   Kesê bi navê M.E.F. îro di danê sibehê de li Enqereyê li pêşiya Deriyê Çankayayê yê Meclisê wesayîteke "Torosê" ya bi rengê spî şeitand. Ev kes, piştre hate binçavkirin. Di dema şewitandina wesayîtê de vî kesî tîşortê bi rismê serkirdeyê Partiya Yekitiya Mezin (BBP) Muhsîn Yazicioglu li xwe kiribû.    Kesê bi navê M.E.F. ku wesayît şewitand, di wê kêliyê de bi gotina “Ez edaleta Xwedê dixwazim." qêriya.