Koçberên Şengalî li dijî biryara wezaretê daketin qadan 2025-08-25 11:55:59 NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên Şengalî yên li kampên Dihok û Zaxoyê li dijî biryara Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ya “entegrekirinê” daketin qadan û biryar şermezar kirin.    Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê di roja pêncşemê de biryarek da ku kesên li kampên penaberan dimînin êdî wekî penaber nayên hesibandin. Li gorî biryarê, ew koçber êdî wekî niştecih û beşek ji xelkê wan deveran tên qebûlkirin ku lê bimînin.   ARMANC GUHERANDINA DEMOGRAFYAYA ŞENGALÊ YE   Biryara wezaretê, di nava civaka Êzidî de rê li ber bertekan vekir. Civaka Êzidî dibêje ku armanca biryarê ew e ku demografyaya Şengalê were guherandin û pêşî li vegera li Şengalê were girtin. Rêveberiya Xweser a Şengalê jî ev biryar wekî biryareke siyasî û bi tu awayî nayê qebûlkirin bi nav kir.   BIRYAR HAT ŞERMEZARKIRIN   Welatiyên Şengalê yên li Kampa Çem Mişko ya Zaxoyê ku di bin zextên PDK’ê de dijîn, li hemberî helwesta “entegrekirinê” ya Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê daketin qadan û çalakiyeke şermezarkirinê lidar xistin. Koçberan, daxwazên xwe bi pankaratan anîn ziman û bang li saziyên mafên mirovan kirin ku di zûtirîn demê de destwerdanê bikin.   Hêjayî bibîrxistinê ye ku tenê li Kampa Çem Mişko zêdeyî 4 hezar û 300 malbat hene ku hejmara wan zêdetirî 21 hezar kes e.