Bijîşkê ku hevjîna nexweşekî tacîz kir ji erka xwe hate dûrxistin 2025-08-26 16:31:47   RIHA - Bijîşkê ku hevjîna nexweşekî bi peyaman tacîz kiribû, piştî gilîkirinê der heqê wî de lêpirsîn hate vekirin û ji erka xwe hate dûrxistin.   Operator Dr. A.Y. ê ku li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Rihayê dixebitî, hevjîna nexweşê ku tedawî kiribû li ser medyaya dîjîtal bi peyaman tacîz kiribû. Piştî gilîkirinê jinê, bijîşk ji erka xwe hate dûrxistin. Piştî lêpirsîna ku ji aliyê serbijîşkê nexweşxanê ve hate vekirin, bijîşk A.Y. ji erka xwe hate dûrxistin.    Walîtiya Rihayê, têkildarî mijarê daxuyanî da û ragihand ku bijîşk ji erka xwe hatiye dûrxistin.   Lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ku piştî giliyê Î.D.'ê der heqê A.Y. de daye destpêkirin, hêj didome.