Li Amedê ji bo alîgirên îktîdarê îhaleya taybet 2025-09-09 11:25:39   AMED - Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê, li Amedê 2 neguhêzbar da ber îhaleyê. Ji bo îhaleyê şertname hate amadekirin ku tenê kooperatîfa alîgiriya îktîdarê dike dikare tev li bibe.    Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê, dê ji bo firotina 2 parselên (101 ada 22 parsel - 127 ada 1 parsel) li taxên Oglakli û Ovunduler ên navçeya Rezanê ya Amedê, di 10’ê Îlonê de îhaleyê bike. Îhale, dê li Hotêla Bîlkentê ya li navçeya Çankaya ya Enqereyê bê kirin.    Li gorî Şertnameya Muzayedeyê ya li ser malpera Rêveberiya Milkê hatiye weşandin, beşeke mezin a parselan ji Qadên Pîşesaziya Biçûk pêk tê. Beşên din jî weke Qada Bazirganiyê û Tesîsa Sotemeniyê cih digire.    Bihayê temînata parselan weke 50 milyon TL,  bihayê texmînkirî jî weke milyarek û 361 milyon û 850 hezar û 591 TL hate diyarkirin. Di şertnameyê de hate gotin ku ev neguhêzbar dê weke yek par bên firotin.    JI BO ALÎGIRAN ÎHALEYA TAYBET    Di şertnameyê de xaleke din a balkêş heye. Ew xal jî ev e: “Tenê kooperatîfên ku herî kêm ji sedî 25’ê endamên wê xwedî Lîsansa Vebêrderên Beşdar a ji hêla Wezareta Xizîne û Darayî ve hatiye dayin hene dikarin teklîfê bikin.”    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li Amedê tekane kooperatîfek heye ku bikare vê xalê cîbicî bike. Ew jî Kooperatîfa Avadaniya Pîşesaziya Têkel a Dîsîderê ya Berpirsyara Bisînor e.    Kooperatîf, girêdayî Komeleya Pîşesaz û Kar (DÎSÎDER) e ku ev komele nêzî îktîdarê ye. Serokatiya Lijneya Rêveber jî Şeyhmûs Akbaş û berpirsyartiya wê jî Mesût Altun dike.    Rêveberên komeleyê gelek caran bi Wekîlê AKP’ê yê Amedê û Serokê Komîsyona Hawirdorê ya Meclisê Galîp Ensarîoglû re tevdigerin û tev li bernameyên hevpar dibin.