Endama Koordînasyona KJAR’ê: Li Rojhilat û Îranê xeteke nû ya têkoşînê heye 2025-09-16 10:34:53 ŞIRNEX - Endama Koordînasyona KJAR’ê Denîz Derya diyar kir ku ji roja Jîna Emînî hatî qetilkirin heta niha jinan tevî hemû zextan jî paşvegav neavêtine û got: “Têkoşîna pêkvejiyanê bû malê hemû civakê. Jin êdî dixwazin ka çi dixwazin û çi naxwazin.”   Jina ciwan a Kurd Jîna Emînî, di 13’ê Îlona 2022’yan de li Tehranê ji hêla rejîma Îranê ve hate biçavkirin û 3 roj piştre (16’ê Îlona 2022’yan) hate qetilirin. Piştî qetilkirina Jîna Emînî, bi dirûşma “jin, jiyan, azadî” çalakiyên protestoyî hatin destpêkirin û vê berxwedanê bi xwe re ne tenê veguherîneke polîtîk lê di heman demê de veguherîneke civakî û fikrî jî anî. Endama Koordînasyona Civaka Jinên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Denîz Derya, têkildarî bandora tevgera jinan a li ser herêmê û xeta “jin, jiyan, azadî” ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.     ‘JI HÊLA HIŞMENDÎ, ÇANDÎ Û ŞOREŞÎ VE NÛBÛNEK ÇÊKIR’    Denîz Deryaye diyar kir ku Şoreşa “Jin Jiyan Azadî” di carekî de dernekete holê lê bi saya têkoşîna tevgera jina azad a gelê Kurd derketiye holê û got: “Careke din li Kurdistanê û cîhanê de terzê têkoşîneke nû derxiste holê. Bi taybetî di pêşengiya gelê Kurd û bi pêşengiya jina Kurd de, li Kurdistanê de jin careke din bûn xwedî armanc, xwedî rêxistin, xwedî parastin. Bi pêşengiya Rêber Apo jinan careke din îradeya xwe bi dest xist.  Bi wêrekiye pir mezin hem ji aliyê hişmendî û hem jî ji aliyê çandî, civakî û şoreşî de nûbûnek çêkir. Vê rastiyê bandoreke pir mezin li ser tevahiya cîhanê kir. Di heman demê de bi pêşengiya Rêber Apo de pêş ket û bi felsefeya Jin Jiyan Azadî careke ditir li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de teqîneke pir mezin rû da. Ev şoreş ne yek roj yan jî du rojî bû. Êrişa li ser Şiler Resûlî û navenda Tehranê de êrişa li ser Jîna Emînî careke ditir li hemberî rejîma Îranê gel rabûn serhildana.    SERHILDANA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ KÎNA HEZAR SALAN E    Serhildana Jin Jiyan Azadî kîna hezar salan a ku li hemberî pergala mêrserwer, pergala dewletperest ya ku gelan tune dike, îradeya jinê tune dihesibîne û tune dike, jinan kole dikir, bêhelwest dikir re jin careke din rabûn ser piyan mil bi mil û mêr re hevbeş careke din daxwaza xwe ya jiyana azad, jiyana demokratîk nîşan dan. Bêguman vê şoreşê careke din hişmendiya civakê da nîşandin û ev pir girîng bû. Ev şoreşeke zîhnî bû, şoreşeke felsefîk bû, şoreşeke daxwaza jiyana demokratîk, jiyaneke azad bû. Careke din rejîma Îranê xiste bin lêpirsînê. Qanûnên hezar salan ê ku li ser jinan dihatin ferzkirin, careke din bi têkoşîna jin re kete lêpirsînê. Bêguman li hemberî vê rejîma Îranê şûna ku daxwazên gelan re, daxwazên jinan re rê veke, çareseriyê bibîne bi girtin, kuştin û darvekirinê bersiv da. Lê me di vê şoreşê de dît ku ew jina ku bi tirsê di malê de nava çar diwaran de hiştinê de diwarên vê tirsê şikandin. Ne bi girtinê û ne jî bi darvekirinê netirsiya.”   'ÊDÎ JIN DIZANIN KA ÇI DIXWAZIN Û ÇI NAXWAZIN’   Bi domdarî Denîz Deryayê anî ziman ku ev bêtirsbûyin û şoreşa jinan li ser hişmendiya civakê jî guhertinek mezin kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em îro jî vê rastiyê dibînin. Pir kes dibêjin şoreş sar bû, şoreş nema. Pir kes bi vî çavî lê dinêrin. Lê di vê ku mirov vê rastiyê bibîne; tiştên ku şoreşa Jin Jiyan Azadî derxistin holê, helwesta ku şoreşa Jin Jiyan Azadî derxistî holê li Kurdistan û Îranê xeteke nû yê tekoşînê çêkir. Di vê xetê de me dît ku civak çi dixwaze, jin çi dixwazin, ciwan çi dixwazin pir awayeke pir zelal careke ditir derkete holê. Tişta girîng ew bû ku di şexsê jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de dît ku jin êdî dizane çi bixwaze yan jî çi nexwaze. Ev ji bo tekoşînê xaleke pir girîng bû. Ji bo wê jî pir kes vê weke sarbûnê didin nîşandin lê nabînin ku çi guhertineke zihnî di civakê de çêbûye. Dîtina vî tiştî jî pir girîng e.   PERGALA HEZAR SALÎ XIST BIN LÊPIRSÎNÊ   Em îro jî dibînin bi şoreşa Jin Jiyan Azadî re rejîma Îranê di nava xwe de rizandin jiyan kir. Çimkî cara yekemîn bû, dibe ku pir caran şoreş pêş ketibin, pir caran serhildan pêşketibin. Lê van serhildanan xwe re guhertineke dîrokî çênekir. Loma serhildana şoreşa Jin Jiyan Azadî guhertineke pir dîrokî di nava civakê de çêkir. Pergaleke ku bi hezaran salan li ser erk bû, di aliyê felsefî de, zîhnî de, etîk û estetîk de xiste bin lêpirsînê. Ev jî ji bo pêşeroja şoreşa Jin Jiyan Azadî gelek girîng bû. "   ‘REJÎM JI BO ŞOREŞÊ VALA DERXÎNE HER CUREYÊN ÊRIŞAN DIKE’   Di berdewamê de Denîz Deryayê destnîşan kir ku rejîm ji bo ku vê şoreşê vala derbixîne, ji bo ku gelan bêhelwest bike, ji bo ku tirsekî di nava gel de ava bike, her êrişekî li ser jinan dike û got: “Dixwaze ku gav bi jinan bide paş avêtin. Dixwaze ku helwestê jinan ê demokratîk û jiyana azad dûr bixe bi her aliyê ve bi şerê taybet, bi girtin, bi darvekirin û bi terorîzekirinê dixwaze ku careke dîtir vîna jin bişkîne. Lê em vê rastiyê zelal dibînin jin tu carî ev qebûl nekirin û dê pêşerojê de jî vê qebûl nekin. Mirov wê rastiyê baş dibîne ku jin her aliyî de vê tekoşînê her diçe mezintir dikin û dixin malê civakê hemûyê. Yê ku îro pêşengiya vê dike em zindanên rejîma Îranê de dibînin. Em vê di şexsê Zeyneb Celeliyan de, di şexsê Werîşe Muradiyan de, di şexsê Pexşan Ezîzî de pir zelal dibînin.    TÊKOŞÎN BÛ MALÊ HEMÛ CIVAKA ROJHILATÊ KURDISTANÊ Û ÎRANÊ   Bi her awayî xwestin ku îradeya girtiyan bişkînin, tirsa ku li ser girtiyan çêdikin li ser civakê jî belav bikin. Lê vê yekê tirsek dilê jinan de çênekir. Carekî jî jinan ew eşqa azadiyê, eşqa jiyana demokratîk, daxwaza jiyaneke nû bernedan. Em vê rastiyê pir zelal di kolanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de dibînin. Ji bo wê jî em têkoşîna xwe ya pir cureyî bi her awayî didin meşandin. Ji aliyê mamosteyan ve bi şêwazekî têkoşîna wê tê kirinê, ji aliyê parastinê de têkoşîna wê tê kirinê, ji aliyê karkeran ve têkoşîna wê tê kirin. Ev hemû jî didin diyar kirin ku êdî gelên azadîxwaz, gelên demokrasîxwaz, gelên ku dixwazin hevbeş bi yek dengî û pirrengî li ser vê axê jiyan bikin hebûna vê rejîmê tu caran qebûl nakin. Têkoşîn ji bo hevbeşbûnê, ji bo yekgirtinê carekî de Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de pêş ket û bû malê hemû civaka Rojhilatê Kurdistanê û Îranê.    Di vî aliyî de em wê baweriyê de ne ku hemû gel, hemû kesên azadîxwaz û demokrasîxwaz, nivîskar û hunermend çawa di şoreşa Jin Jiyan Azadî de bûne xwedî helwest. Guhertineke pir mezin jî çêkirin. Em di wê baweriyê de ne ku xwe bêtir li ser guhertin û veguhertina civakê de birêxistin bike. Yê ku di vê dê herî zêde rol bilîzin jî jin in. Di vî aliyê de rê dayina jinê û rê li jinan vekirin jî pir girînge.”    ‘REJÎM LI ŞÛNA PERGALA XWE DEMOKRATÎK BIKE, ÊRIŞÎ GELAN DIKE’   Denîz Deryayê bal kişand ser zextên ser rejîmî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hem zextên derve hene û hem jî zextên gel yê navxweyî yê li ser rejîmê, rejîm xistiye di bin lêpirsîneke pir mezin de. Rejîm şûna ku gav biavêje û pergala xwe demokratîk bike, bi gelan re bi şêwazeke demokratîk danûstandinê bike, berojavî wê ji bo ku xwe li ser piyan bigire û xwe weke hêz bide nîşandin hêrî zêde êrişî li ser jiyana gelan dike. Dixwaze ku gelan bêhelwest bihêle. Bi nêhiştina kar girtina jin, nehiştina hebûna jin a di xebatên civakê de, aloziya aborî rejîmê ber bi aloziyeke mezin a navxweyî ve dibe. Ji ber ku rastiya pergala desthilatdar a mêrserwer dibîne dizane ku xeteke çawa jî ji bo gelan diyar bike. Lê dizane ku gel vê tu caran qebûl nake.    HEKE REJÎM GAVAN NEAVÊJE DÊ HILWEŞE    Bi şerê Îran û Îsraîlê re careke ditir me rastiya gelê Kurdistanê, daxwazên jinan, gelan dît ku daxwaza wan ne tenê daxwaza hilweşandina desthilatdariyekî ye û desthilatdariyeke din anîna li ser hikûmetê ye. Daxwaza jinan û gelan pergal çawa demokratîk bibe, çawa bikaribe jiyaneke azad, jiyaneke hevbeş ê xwîşk û biratiya gelan li ser axa Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çawa pêş bikeve. Me helwesta gel careke din dît ku tu caran gelê azadîxwaz, gelên demokrasîxwaz hegomonyayên heyî qebûl nekirine û li dijî hegomonyaya heyî her tim bûne xwedî helwest. Ya girîng ew e ku em vê rastiyê baş bibînin. Rejîma Îranê di nava zehmetiyekî, di nava buhraneke pir mezin de ye. Di vê rewşa xwe ya heyî de heke ku gavan neavêje tenê du çare hene yan dê teslîm bibe hilweşe yan jî dê daxwazên gelan ê xeta sêyemîn qebûl bike. Li ser vê esasî qanûnên xwe yê ku bi aqlê zilam hatine destnîşankirin dê biguhere ku civakê re rê ji bo têkoşîna demokratîk veke, yan jî dê hilweşe.    ŞOREŞA JIN JIYAN AZADÎ DIKARE BIBE TOVÊ JIYANA DEMOKRATÎK Û AZAD    Bêgûman weke civak û weke jin bendewariyeke me ji desthilatdaran nîne. Desthilatdar dikare bi çi bê hilweşandin? Bi têkoşînê, bi xwe rêxistin kirinê û bi xwe parastinê bê tune kirin. Di vî aliyî de jî em di wê baweriyê de ne ku asta civak gihiştinê, asta jin gihiştinê, ciwan gihiştinê dê xeta netewa demokratîkbûnê, dê xeta civaka aştî û demokratîk dê bikaribe biryarên xwe bide û xwe bi xwe birêve bibe. Encax em dikarin wiha biserbikevîn. Di vî aliyê de herkes dikare şoreşa Jin Jiyan Azadî bike tovê jiyana demokratîk û azad. Li ser vê xetê xwe birêxistin bike û têkoşîn bike. Bi vê re dikare pirsgirêkên jin, ciwan û civakê re û aborî re bibe bersiv. Gelê me yê ku daxwaza aştî, azadî û demokrasiyê dike hatiye wê merheleyê ku li ser vî esasî xwe birêxistin bike û pergala xwe jî saz bike. Em di wî baweriyê de ne ku herkes di vî aliyî de têkoşîna xwe jî hevbeş bike."   MA / Zeynep Durgut