Banga tevlibûna meşê: Rêya aştiyê ji azadiya Ocalan derbas dibe 2025-09-16 13:22:00   MÊRSÎN - Siyasetmedarên DEM Partî û DBP’î ji bo meşa ku dê sibe li Mêrsînê bi daxwaza cîbicîkirina biryara DMME’yê ya der heqê Abdullah Ocalan de were lidarxistin, banga tevlibûnê kirin.    Platforma Saziyên Demokratîk dê di 17’ê Îlonê de bi dirûşma “Em ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo ber bi azadiyê ve dimeşin” li Amed, Wan û Mêrsînê meşên girseyî li dar bixe. Meş, dê sibe li Mêrsînê bi daxwaza cîbicîkirina biryara DMME’yê ya der heqê Abdullah Ocalan de were lidarxistin. Meşa Mêrsînê dê saet di 19.00’ê de li Parka Aştiyê ya li navçeya Akdenîzê dest pê bike û li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya navçeya Akdenîzê bi dawî bibe. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, wekîlên DEM Partiyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li meşê bibin. Siyasetmedaran banga tevlibûna meşê kirin.    Ayşe Firat ku di xebatên amadekariya meşê de cih digire, banga tevlibûna meşê kir û got: “Em dayik pêşeng in û heke zarokên me azad nebin em jî azad nînin Heta ku Rêberê me û girtî azad dibin em ê têbikoşin. Em tevek dê bi destên hev bigirin û hêviyê mezin bikin.”    'EM BANGA BILINDKIRINA DENGÊ AŞTIYÊ DIKIN’    Hevserokê DEM Partiya Mêrsînê Reşat Aşan jî got: “Ji bo cîbicîkirina mafê hêviyê yê birêz Abdullah Ocalan û azadiya wî em ê meşeke biheybet li dar bixin. Em di wê baweriyê de ne ku tevahiya gelê me bi coş û biryardariyeke mezin xwedî lê derkeve. Em bang li tevahiya gelê me dikin ku dengê aştiyê bilind bikin û azadiya Ocalan biqîrin. Em banga tevlibûnê li her kesî dikin.”    'EM DESTÊ AŞTIYÊ XURT BIKIN’    Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş jî diyar kir ku dê meş bi pêşengtiya jin û ciwanan bê kirin û got: “Werin em bi hev re bimeşin. Werin em bi hev re ji bo ziman, nasname û hebûna gelê Kurd û bindestan bimeşin.” Werin em destê aştiyê xurt bikin.”    'RÊYA AŞTIYÊ JI AZADIYA OCALAN DERBAS DIBE’    Endamê Meclisa DEM Partiyê Kerem Nalbant û endamê Meclisa DBP’ê Abdullah Yaman jî gotin ku heta Abdullah Ocalan azad nebe dê gelê Kurd jî azad nebe û gotin: “Rêya aştiyê ji azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbas dibe. Em banga tevlibûna meşê li tevahiya gelê xwe dikin.”