Pirtûkxaneya zanîngehê tahsîsî walîtiyê hat kirin 2025-09-17 09:05:43   DÊRSIM - Rektoriya Zanîngeha Munzurê, beşeke pirtûkxaneya zanîngehê tahsîsî walîtî û dozgeriyê kir. Serokê Şaxa Egîtîm Senê Mehmet Aşkin got ku ev yek dê bandoreke neyînî li jiyana kampusê bike.    Rêveberiya Zanîngeha Munzurê ya li Dêrsimê qatên duyemîn û sêyemîn ên pirtûkxaneya zanîngehê û avahiya Fakulteya Aboriyê ya berê ji dozgerî û walîtiyê re tahsîs kir. Cihên hatine veqetandin dê wekî avahiya edliyeyê, Midûriyeta Nifûsê ya Bajêr, Midûriyeta Tapo û Kadastoroyê ya Bajêr û Defterdariyê werin bikaranîn. Ev tahsîskirin wekî "amadekariya ji bo erdhejê" hat destnîşankirin. Xwendekar û mamoste, li hember rewşê bi bertek in.    JI ZANÎNGEHÊ DAXUYANÎ   Rektoriya Zanîngeha Munzurê bi daxuyaniyekê bersiva rexneyan da û got: "Piştre, li ser bingeha hişmendiyeke bêagahdar û bêxem, buxtan û parvekirinên bêbingeh ên bêyî şêwirandinê hatin kirin, ji bo zanîngeha me di çavên raya giştî de biçûk bixinîn." Rektoriyê destnîşan kir ku ofîsên hatine veqetandin li kêleka avahiya pirtûkxaneyê ne û deriyên wan ê têketinê cuda ne.   BANDORA WÊ LI KAMPUSÊ   Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Dêrsimê Mehmet Aşkin diyar kir ku divê edliye li kampusê nebe. Aşkin got: "Dibe ku hin kes hebin ku vê gavê bi sedema erdhejê rewa bikin. Lêbelê, em li dijî vê yekê derdikevin ji ber ku bandora vê gavê li ser jiyana kampusê dê wêranker be. Tê gotin ku avahî ji bo salekê hatiye veqetandin. Ev yek bi qasî nîvê jiyana akademîk a xwendekarekî pêşîlîsansê an jî xwendekarekî lîsansê ye. Ango, xwendekar dê tevahiya salê di bin şert û mercên awarte de li vê kampusê bijîn."   Aşkin diyar kir ku kes nikare van şert û mercên awarte li ser xwendekaran ferz bike û got: "Em rastiya erdhejan paşguh nakin, lê em her wiha dibêjin ku li pişt vê yekê nebûna plansazîbûnê heye. Nêzîkî du sal berê, Lîseya Anadolû ya Dêrsimê û Baxçeyê Zarokan ê Ataturk bi merasîmekê wekî beşeke ji 'amadekariya erdhejê' hatin valakirin. Lêbelê, di du salan de nûjenkirineke piçûk jî li van avahiyan nehatiye kirin. Ger rayedarên têkildar berpirsiyariyên xwe bicîh bianiya, ev avahî niha dê ji walîtî an dadgehê re bihatana veqetandin û hewcedariya veguhestina van saziyan ji bo kampusê wê çênebûna."    ‘ZANÎNGEH AZADIYÊ TEMSÎL DIKE'   Aşkin diyar kir ku li Dêrsimê tê payîn ku erdhejek bi pileya 7 an jî zêdetir çêbibe û got: "Ev sazî ji xwe pir qerebalix in. Veguhestina wan ji bo kampusê dê bibe sedema çûnhatineke zêde. Dê pirsgirêkên parkkirinê çêbibin. Dê asteke bilind a herikîna trafîkê hebe û ewlehî dê têk biçe. Ev dê bandoreke neyînî li ser jiyana rojane ya xwendekar û perwerdekaran bike. Îzolekirina van avahiyan li nava kampusê ne mimkun e."    Aşkin pirsa "Li hundirê pirtûkxaneyekê çi îşê dadgehê heye?" kir û diyar kir ku biryara rektoriyê ji bo zanist, perwerde û pêkhateyên zanîngehê zirar e. Aşkin got: "Adliye aliyê burokratîk, disîplînkirî û zordar ê dewletê temsîl dike, lê zanîngeh azadiyê temsîl dike. Veguhastina saziyeke ku otorîteyê temsîl dike ji bo qadeke azadiyê temsîl dike, tiştekî binakok e. Ev ê bandoreke neyînî li ser kedkarên perwerdehiyê û xwendekaran bike."