Danişîna bersûcê hewl da Z.Ş. qetil bike hate taloqkirin 2025-09-17 13:10:16   WAN - Di danişîna doza Hamdullah Ş. ku hewl da hevjîna xwe Z.Ş. qetil bike de biryar hat dayin ku xwe li benda encama rapora ATK’ê bigirin û danişîn hate taloqkirin.    Kesê bi navê Hamdullah Ş. ku li Wanê dijî, di 10’ê Adara 2024’an de hewl da hevjîna xwe Z.Ş. qetil bike. Danişîna 3’yemîn a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hat lidarxistin. Bersûc Hamdullah Ş. jî di danişînê de amade bû. Parêzerên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), NAvenda Mafên Jinan a Baroya Wanê û Komeleya Mafên Mirovan û Medyayê (ÎHAMED) jî danişîn şopandin.    Hamdullah Ş., di parastina xwe de tawanbariyên lê tên kirin red kir û daxwaza tehliye û beraeta xwe kir.    Dozgeriyê jî xwest rewşa girtî ya bersûc bidome. Dadgehê ev daxwaza qebûl kir. Dadgehê, ji bo were tespîtkirin ka di dema kêrkirina Z.Ş.’yê de cihên kêr lê hatine xistin cihên jiyanî ne yan na, xwe li benda rapora ATK’ê bigirin. Dadgehê, danişîn taloqî 4’ê Mijdarê kir.