Mehmet Ocalan: Divê tiştên hatine gotin pêk bên 2025-10-08 09:03:53   RIHA - Mehmet Ocalan destnîşan kir ku ev zêdetirî mehekê ye li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtinên malbatê nayên kirin û gotinên Devlet Bahçelî bi bîr xist û got: "Divê ew divêtiyên tiştên ku gotine bi cîh bînin."   Bi zexta dewlet û hêzên hevalbend ên di bin koordînatoriya DYA'yê de, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neçar ma ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê derkeve. Abdullah Ocalan, li dewletên Ewropayê ku ji bo çareseriyeke demokratîk a pirsgirêka Kurd berê xwe dabû wan, wekî "kesê nayê xwestin" hat îlankirin. Piştî "nêçîra" 130 rojan, di 15'ê Sibata 1999'an de ew anîn Tirkiyeyê. Pêvajoya ku Abdullah Ocalan wekî "komploya herî mezin a sedsala 21'ê1 bi nav kir, sala xwe ya 27'an temam dike û encam û bandorên wê îro jî tên nîqaşkirin.   MAFÊ HÊVIYÊ   Mehmet Ocalan, pêvajoya komploya navneteweyî nirxand û bal kişand ser pêwîstiya misogerkirina azadiya fizîkî ya birayê xwe Abdullah Ocalan. Ocalan bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a berdewam û meşa ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve ji Amedê heta Enqereyê ji bo salvegera komployê hat destpêkirin û got: "Meşvan li her deverê ku çûnê bi hezkirin û hêviyê hatin pêşwazîkirin. Em dixwazin ev meş bibe wesîleya misogerkirina 'mafê hêviyê'. Divê dewlet û desthilat gav biavêjin. Divê em vê hewildanê paşguh nekin; ev bendewariya me ye. Divê ev bibe. 'Mafê hêviyê' ne tenê ji bo birêz Ocalan, ji bo gelek kesên di girtîgehê de divê were bicîhanîn. Ev mafek e, ne litfek an diyariyek e. Qanûna navneteweyî ev maf nas kiriye. Divê dewlet vî mafî li ber çavan bigire û birêz Ocalan û her kesê ku 'mafê hêviyê' heq dike demildest berde."   'EWROPAYÊ KURDAN PARÇE KIR'    Ocalan bi bîr xist ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di 18'ê Îlonê de ji bo "mafê hêviyê" muhleteke nû daye Tirkiyeyê û got: "Em Ewropayê pir baş nas dikin. Çawa ku wan di dema damezrandina komarê de Kurdistan kir çar parçe û li gorî berjewendiyên xwe bi kar anîn, ew dixwazin ev berdewam bike. Divê Ewropa ji bo mafên mirovan û demokrasiyê tiştê ku pêwîst e bike. Ger Kurd 100 sal in di vê rewşê de ne, di vê de bandora Ewropayê pir mezin e. Wê demê ne Amerîka û ne jî Îsraîl hebû, tenê Ewropa hebû. Ewropa ku Kurdan kir çar parçe, di komkujiyên ku dem bi dem li çar parçeyan çêbûn de jî hevkar e."   Ocalan diyar kir ku komploya li dijî Abdullah Ocalan û biryarên Komîteya Wezîran bi hev ve girêdayî ne û got: "Tenê li gundê me (Amara), bi hezaran kes li Ewropayê hatin qebûlkirin. Piştî ku Rêbertî (Ocalan) ji Sûriyeyê derket, yek dewletek ewropî balafirgeha xwe venekir. Ewropayê deriyên xwe ji her kesî re vekir, lê ji Rêbertî re na. Ê ev kir Ewropa bû. Ev li gorî qanûnên Ewropayê an qanûnên cîhanê nayê qebûlkirin. Ev komplo ji hêla NATO û Ewropayê ve hat organîzekirin."   'BI TUNEHESIBANDINÊ BIRATÎ NABE'   Ocalan anî ziman ku Devlet Bahçelî salek berê li meclisê bi destê endamên DEM Partiyê girtiye û banga "mafê hêviyê" kiriye, lê tu guhertin çênebûne. Ocalan wiha domand: "Rêbertî 43 mehan di bin tecrîdeke giran de ma. Ne malbat, ne parêzer, ne şande... kes nikarîbû pê re hevdîtinê bike. Me nizanibû sax e yan na. 43 meh şûnde serdana malbatê pêk hat. Piştre me fêm kir ku Rêbertî sax e. Çapemeniya tirk qet nenivîsand ku 43 meh in ji Abdullah Ocalan, ji girtiyên li Girava Îmraliyê, agahî nayê girtin. Ev cure paşguhkirin nikare wekî biratiyê bê hesibandin."    Ocalan banga Bahçelî ya "bila were û li meclisê biaxive" bi bîr xist û wiha domand: "Em, wekî malbata wî, 50 roj in nikarin hevdîtineke malbatî çêbikin. Divê ew hem tiştên gotine hem jî divêtiyên wan bi cîh bînin. Ji van yek jî nehatine bicîhanîn. Em qet xwînrijandinê naxwazin. Em aştiyê dixwazin. Bila ji niha û pê ve mirin çênebin. Her kes aştiyê dixwaze û dixwaze tevkariyê li aştiyê bike. Kurd, ji destê wan çi tê dikin. Ji ber ku bingeha hemû pirsgirêkan pirsgirêka Kurd e. Pêdivî ye ku pirsgirêk bi awayekî rast were destnîşankirin. Bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd, tu pirsgirêk çareser nabe. Em hêvî dikin ku 'mafê hêviyê' hem ji bo Rêbertî û hem jî ji bo hemû girtiyan were bicîhanîn."   MA / Sema Bîngol