Taşdemîr li bajarê xwe bi coş hate pêşwazîkirin 2025-10-10 14:26:35 AMED - Mehmet Şîrîn Taşdemîr ê ku tehliyeya wî 7 caran hatibû taloqkirin û piştî 32 salan hate berdan, li bajarê xwe bicoşek mezin hate pêşwazîkirin.   Mehmet Şîrîn Taşdemîr ku li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê dihat ragirtin, piştî 32 salan hate berdan. Taşdemîr, di 24’ê Îlona 1993’yan de li navçeya Licê ya Amedê hate binçavkirin û Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) cezayê muebbedê lê birî. Taşdemîr ê ku tehliyeya wî 7 caran bi hincetên cuda hatibû taloqkirin, li bajarê xwe Amedê ji aliyê endamên malbata xwe, nûnerên gelek sazî û rêxistinan û welatiyan ve bi girseyî hate pêşwazîkirin. Taşdemîr, li Otogara bajar bi tililî û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hat pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirina bicoş, Taşdemîr derbasî mala xwe ya li navçeya Peyasê bû.