Roja Zarokên Keçik: Em ê nehêlin ku pêşeroja wan bê tarîkirin 2025-10-11 12:53:11   AMED – Tora Mafê Zarokan a Amedê, bi munasebeta Roja Zarokên Keçîn a Cîhanê, daxuyanî da û diyar kir ku dê nehêlin ku roja wan bê tarîkirin.   Tora Zarokên Keçîn a Cîhanê bi musabeta 11’ê Cotmehê Roja Zarokên Keçîn a Cîhanê li Sumerparkê daxuyanî da. Pêkhateyên torê beşdarî torê bûn. Endama Komîsyona Zarokan a Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Amedê Buşra Eylul Ozgultekînê daxuyanî xwend û bibîr xist ku 11’ê Roja Zarokên Keçîn a Cîhanê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatiye ragihandin.   Buşra Eylul Ozgultekîn, ev tişt got: “Ev rojeke girîng e, armanca vê rojê balê dikşîne ser binpêkirinên û newekheviya li dijî zarokên keçîn. Rexmê bihurîna salan rewş û mercên zarokên keçîn nehatiye guhertin, binpêkirina mafên wan didome. Mafê wan ê perwerdehiyê bêtir zehmet bûye û li dijî ziman û nasnameya wan cudakarî nomalîze bûye. Ev rewş encama nebûna polîtîkayeke bi bandor a desthilatê ya derbarê mafên zarokan de û nebaşbûna polîtîkayên heyî ye.”    ‘EM Ê DESTÛRÊ NEDIN’   Buşra Eylul Ozgultekînê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em wek parêzvanên mafên zarokan; em ê destûrê nedin ku şer, xizanî û newekhevî pêşeroja zarokan tarî bike. Em hêvî dikin ku ew atmosfera aştiyê ya ku saleke di derbarê Pirsgirêka Kurd de dest pê kiriye, bandoreke erênî li jiyana zarokan jî bike; em bi raya giştî ya hêja re parve dikin ku xebata me ya li ser bingeha mafan dê ji bo civakek ku hemî zarok, nexasim keç, jiyanek azad, wekhev û ewle bijîn, zêde bibe.”