Kesên tev li mitînga ‘Azadiyê’ bûn: Em ê bi manîfestoya Ocalan bi ser kevin 2025-10-13 11:33:22   ÊLIH - Welatiyên tev li “Mitînga Civaka Demokratîk û Azadiyê” bûn, diyar kirin ku ew ê bi manîfestoya Abdullah Ocalan bi ser kevin û banga gavavêtinê li Meclisê kirin.    Platforma Saziyên Demokratîk duh li Êlihê bi tevlibûna hezaran kesan “Mitînga Civaka Demokratîk û Azadiyê” li dar xist. Girseyê, bi yekdengî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Welatiyên tev li mitîngê bûn, bang kirin ku “Mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan û girtiyên din tavilê bên cîbicîkirin.    Ji welatiyan Abdullah Bozkurt, diyar kir ku armanca wî ya beşdarbûna mitîngê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e û got: “Heta Rêbertî azad nebe dê aştî nebe.” Bozkurt, bi domdarî got ku divê polîtîkayên qeyûm bên bidawîkirin û got: “Divê dewlet ji ewil qeyûman paşve bikişîne. Wê demê em ê bawer bikin ku ji bo azadî û aştiyê gav tên avêtin. Hewceye komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike, daxuyaniyên wî bide û gavên wan li gorî destûra bingehîn bin ku her kes qebûl bike.”    DAXWAZA AZADIYA GIRTIYÊN SIYASΠ   Ayşe Akturk, anî ziman ku ji bo daxwaza xwe ya aştiyê biqîre tev li mitîngê bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em daxwsaza Kurdbûna xwe dikin. Hêvîdarim êdî şer çênebe. Bila ne Tirk ne jî Kurd êdî hêsiran nebarînin. Em dixwazin girtiyên siyasî bên berdan. Ji ber nexweşiyên xwe li ber mirinê re û belasebep tên ragirtin. Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd hatiye kirin. Tevî komployê jî Ocalan ev 27 sal in li Girtîgeha Îmraliyê têdikoşe. Em vê komployê şermezar dikin. Fikrên Rêbertiyê li zindanan mezin bûn û belavî cîhanê bûn. Armanca hatine me ya vê derê jî azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê ye.”    ‘HEKE AŞTÎ ÇÊNEBE DÊ GELÊN TIRKIYEYÊ WINDA BIKIN’    Talat Yuce jî diyar kir ku gelê Kurd xwedî kevneşopiya têkoşînê ya 50 sala ye û got: “Em ji bo xwedîderketina li manîfestoya Abdullah Ocalan tev li mitîngê bûn. A rast em ji vê pêvajoyê bawer in, em ê bi ser jî bikeivn. Em ji tunebûnê gihiştin van rojan. Em ê ji vir şûnde jî ji xwe bawer bin. Em ê bi manîfestoya Rêbertiyê azad bibin û dê aştiyeke mayinde çêbibe. Em ne ji xebatên komîsyona li Meclisê lê ji Ocalan bawer in. Heke Meclis peywira xwe bicih neyîne û gavan neavêje, dê Tirkiye winda bike û hemû gel winda bikin. Em ne li benda komîsyonê ne ka dê çi bike yan jî neke. Em ê çi bikin, dê çawa têbikoşin û em ê çawa Rêbertiyê fêm bikin? Em li ser vê disekinin. Ev pêvajo, ji pêvajoyên berê cudatir e. Li ser maseyekê rûniştin. Ev jî bi têkoşîn û hewldanên Rêbertiyê çêbûn. Heke em piştgiriyê bidin Rêbertiya xwe û baş jê fêm bikin, komîsyon dê mecbûr bimîne ku peywira xwe bike. Bi têkoşînê em dikarin bi ser kevin.”    MA / Ozan Bayindir