Ji bo Rojîn Kabaîşê meş hat lidarxistin: Kî çima tên parastin? 2025-10-14 16:34:20   AMED - Ji bo Rojîn Kabaîşê li Zanîngeha Dîcleyê meşeke girseyî hat lidarxistin. Xwendekaran got ku hewldan hene ku bi ser bûyerê bê girtin û pirsa “Kî, çima tên parastin?” kirin.    Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê, têkildarî geşedanên dawî û negirtina faîlên ên di dosyaya Rojîn Kabaîşê ku li Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû, çalakiya protestoyî li dar xistin. Xwendekarên ku bi pêşengtiya Xeta Jine ya Zanîngeha Dîcleyê li pêşiya Fakûlteya Fenê hatin gel hev, heta Fakûlteya Perwerdeyê meşiyan. Malbata Rojîn Kabaîşê, endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, rêveberên DBP’ê, şaxên ÎHD û OHD’ê yên Amedê, Baroya Amedê û gelek xwendekar tev li meşê bûn.    Polîsan û rêveberên zanîngehê rê li ber çalakvanan girtin û rageşî derket. Di meşê de pankarta “Rojînê xwe nekûştiye, hatiye kuştin” hate hilgirtin û dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Çi bi serê Rojînê hat”, “Bijî berxwedana jina”, û “Rektor dê hesabê bide me” hatin berzkirin.    Daxuyanî, ji hêla xwendekara Zanîngeha Dîcleyê Bêrîvan Îgîn ve hate xwendin. Bêrîvan Îgîşê, da zanîn ku li ser bedena Rojîn Kabaîşê DNA’yên du zilaman hatine tespîtkirin û got: “Tevî vê jî hêj faîl nehatine girtin. Sedema mirina Rojînê hêj nehatiye aşkerakirin. Hewl dan vê cînayetê di bin navê ‘întîharê’ de veşêrin. Ev yek, encama hişmendiya faşîzmê û polîtîkayên qirkirina jinê ye. Hewl didin rastiyê veşêrin.”    ‘KÎ, ÇIMA TÊ PARASTIN?’   Bi domdarî Bêrîvan Îgînê destnîşan kir ku qetilkirina Rojîn Kabaîşê êrişeke li dijî jiyanê ye û ev tişt anî ziman: “Em dizanin ku qetilkirina jinan ne tiştekî şexsî ye lê polîtîkaya pergala mêrê serdest e. Her bêdengî, her necezakirin pêşiya qetilkirina jinan vedike. Em careke din diqîrin; çima sedema mirina Rojîn Kabaîşê nayê aşkerakirin? Kî, çima tên parastin? Divê her kesên tiliya wan di qetilkirina Rojînê de heye, her kesên vî sûcî vedişêrin û her kesên bêdeng dimînin hesabê bidin.”    DAYIK KABAÎŞ: KUJERÊN KEÇA MIN AŞKERA BIKIN   Dayika Rojîn Kabaîşê Aygul Kabaîşê jî di daxuyaniyê de got: “Heya niha digotin Rojînê xwe kuştiye. Bi ser re salek derbas bû lê hêj sedema qetilkirina keça min tê veşartin. Kujerên keça min aşkera bikin. Heta kesên keça min qetilkirin tên aşkerakirin dê têkoşîna me bidome.”    Di dema meşê de ji ber ku polîsan tevdîr negirtibû, wesayîtekê li xwendekarê bi navê Bawer Aytekîn xist û ji serê xwe birîndar bû. Komên tenduristiyê nîv saet piştre hatin cihê bûyerê û û mudaxile kirin. Xwendekaran jî bertek nîşan dan. Aytekîn rakirin nexweşxaneyê.