Ji bo jiyaneke wekhev û azad dê Elewîtî bê gotûbêjkirin 2025-10-18 12:22:59   AMED - "Komxebata Elewîtiyê” ya du rojî ku ji aliyê DAD’ê ve li Amedê tê lidarxistin, dest pê kir. Hevseroka DAD’ê Kadriye Doganê axaftina destpêkê kir û got: "Em ê ji bo jiyaneke wekhev û azad Elewî û Elewîtiyê gotûbej bikin."   Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD), ji bo gotûbêjkirina pirsgirêk û xetereyên ku Elewî pê re rû bi rû dimînin, rêxistinbûna li dijî wan û rola Elewiyan di pêvajoya civaka demokratîk de li Amedê ji bo du rojan "Komxebata Elewîtiyê" li dar dixe. Komxebat dê li otêlekê were lidarxistin û mijarên wekî "Elewî di qeyrana Rojhilata Navîn de, xetere û rêyên çareseriyê", "Elewî di pêvajoya avakirina civatek demokratîk de", "Civaka dayiksalar û jiyana komunal", "Guherîna giştî ya sosyolojîk û pirsgirêkên rêxistinî di civaka Elewiyan de ", "Pirsgirêkên di nav rêxistina me ya Elewiyan a demokratîk de" û "Modela me ya rêxistinî ya nû divê çawa be?" dê bên gotûbêjkirin. Komxebat bi dirûşma " Em bi baweriya xwe ve bi rêxistin dibin, di avakirina civaka demokratîk de soz didin " hat lidarxistin. Ji gelek bajaran pîrên Elewiyan, dayik û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl û siyasetmedar beşdar bûn.   ‘JI BO EM TUNE NEBIN EM Ê ELEWÎTIYA GOTÛBÊJ BIKIN’   Komxebat bi merasîma rêzgirtinê dest pê kir û bi çira û bi gulbangê ve berdewam kir. Hevseroka DAD’ê Kadriye Dogan di axaftina xwe de ev tişt got: "Armanceke me ya hevpar heye: Elewî û Elewîtî. Em ê di komxebatê de li ser van her du mijaran nîqaş bikin. Em dizanin ku bi hezaran dewlemendiyên Mezopotamya, Anatoliya û Rojhilata Navîn hatine wêrankirin. Ji bo pêşîlêgirtina li vê tunebûnê, em ê Elewîtî û Elewîtiyê gotûbêj bikin."    ‘ELEWÎTÎ AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ DIXWAZE’   Kadriye Doganê bal kişand ser nêzîkatiyên ku dixwazin Elewîtiyê ji siyasetê dûr bixin û wiha pê de çû: "Em ê li ser vê yekê nîqaş bikin ka Elewî û Elewîtî çawa li Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyeyê zindî dimînin. Divê em hewl bidin ku Elewîtiyê ji lepên pergalê rizgar bikin. Em ê li ser jiyana demokratîk, wekhev û azad nîqaş bikin. Em wê nêzîkatiyê qebûl nakin ku Elewîtî ol e û divê siyasetê neke. Elewîtî siyaset e. Elewîtî wekhevî, azadî û demokrasiyê dixwaze û divê karibe siyaseta van bike."   Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, di komxebatê de axivî û diyar kir ku Elewî bi salan e di avakirina civakek demokratîk de cih girtine û tu carî dev ji têkoşîna xwe ya ji bo vê armancê bernedane.   Piştî axaftinan, komxebat bi lawjeyên Alî Sîzer berdewam kir. Komxebata ku ji çapemeniyê re girtî bû, dê sibê berdewam bike. Weşana encamnameyê piştî komxebatê tê payîn.