Dê refleksên rojnamevan Aykol ê hat entubekirin bên şopandin 2025-10-18 12:50:00   ENQERE- Rojnamevan Huseyîn Aykol, piştî 2 du caran xwîn rijiya ser mêjiyê wî, hat entubekirin. Dê pêwendî bi Aykol re bê danîn ku refleksên wî bên şopandin.    Rojnamevan Huseyîn Aykol ku xwîn rijiya ser mêjiyê wî û ew rakirin nexweşxaneyê, li nexweşxaneyê careke din xwîn rijiya se rmêjiyê wî. Aykol li beşa lênihêrîna lezgîn tê dermankirin. Aykol ku ji 14'ê Cotmehê ve li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sîncanê di beşa lênihêrîna lezgîn de ye, bijîşkan der barê rewşa wî de agahî dan.    Bijîşkan diyar kir ku rewşa Aykol stabil e û got ku ew ê di nava rojê de pêwendiyê pê re deynin. Bijîşkan diyar kir ku piştî bandora dermanan derbas bibe dê Aykol şiyar bibe û ew ê bi rêya pêwendiyê refleksên wî bişopînin û ew ê li gor tevgerên wî seyra dermankirinê diyar bikin. Bijîşkan destnîşan kir ku xetereya rewşa Aykol didome.    Her wiha serdanên ji bo Aykol jî didomin. Gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û rewşenbîr serdana nexweşxaneyê dikin. Komeleya Rojnamevanan a Jin a Mezopotamyayê (MKG), ji Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tûncel, rojnamevan Sedat Yilmaz û Abdurrahman Gok jî di nav de, gelek kes çûn nexweşxaneyê.