Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Êlihê civîn li dar xist 2025-10-25 16:32:11   ÊLIH – Hevberdevka Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, di civîna li Êlihê de got: “Gelê Kurd sed sal winda kir lê sedsaleke din ê ku Kurd û Kurdistanî winda bikin nîn e”.    Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk, li taxa Pazaryerî ya Êlihê di hêwaneke taybet de civîna danasînê li dar xist. Di civînê de pankarta “Em pêşeroja xwe bi hev re ava bikin” bi Kurdî û bi Tirkî hat daliqandin û Hevberdevkên Însiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç tevî nûnerên saziyên civakî û partiyên siyasî beşdarî civînê bûn.    Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê, diyar kir ku ji Peymana Qesrê Şîrîn heta îro ji ber midaxileyên hêzên navneteweyî yekitiya Kurdan pêk nehatiye û ev tişt got: “Lêbelê ji bo yekitiya neteweyî heta îro gelek xebatên girîng hatine kirin. Li ser vê axê li dijî înkar û qirkirinê têkoşîneke bi salan heye û berdêl hatine dayîn. Îro bi saya van berdêlan em dixebitin. Ji ber vê girêdayîna me ya bi berdêlan em dixwazin em dixwazin vî sedsalî bikin ya Kurd û Kurdistanê. Li gorî geşedanên dîrokî dema em dinêrin em dibîn ku Kurdan sedsal winda kiriye lê sedaselek din ê ku Kurd winda bikin nîn e.”    BÊSTATÛBÛN   Hevberdevkê Însiyatîfê Mehmet Kamaç, bibîr xist ku civakên ne xwedî statü di hemû qonaxên dîrokê her tim ji bo statûyê ketine nava lêgerînê û got: “Bêstatûbûna wan ji ber nebûna yekitiya wan e. Ev sed sal e di nava Kurdan de yekitî pêk nehatiye. Di vî sed salî de çî hatibe serê gelê Kurd ji ber nebûna yekitiya wan e. Ji ber vê yekê Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk saziyeke Kurd û Kurdistanîi ye. Hemû kesên di erdnîgariya Kurdistanê di nava xwe de dihewîne. Em ê bi hemû kes û baweriyan ve yekitiya xwe ava bikin. Em hemû kesê vedixwînin ku din ava însiyatîfê de cih bigirin.”   Civîn piştî pirs-bersiv û pêşniyariyan bi dawî bû.