Wan di bin betonê de dimîne: Nasname, xweza û bîra bajêr winda dibe 2025-10-30 09:13:54   WAN - Li Wanê bajarsaziya bêplan bi awayekî bi lez û bez mezin dibe û qadên hêşîn jî roj bi roj kêm dibin. Plansazkerê bajaran Ferhat Kayalik diyar kir ku ev bajarsaziya bêplan ji ber nekontrolkirina rêveberiyên xwecihî pêk tê û got: "Bi bajarsaziya bêplan qalîteya hewayê û hevsengiya ava binê erdê têk diçe. Wan, her ku diçe dibe bajarekî germ û hişk."    Zêdebûna bi lez a pêşveçûna bajarî li Wanê di van salên dawî de gefê li ser tevna xwezayî, dîrokî û civakî ya bajêr dixwe. Bajarsaziya bêplan û bêkontrol bandorê li her derê dike û bajêr ji peravên Gola Wanê bigire heya zozanên bajêr bi xeteriyeke mezin re rû bi rû ye. Pispor dibêjin ku bajarsaziya bêplan ne tenê pirsgirêkeke îmarê ye, di heman demê de wêrankirina hawirdorê û neheqiya civakî ye jî. Wan piştî erdheja sala 2011'an ket serdema ji nûveavakirinê. Lêbelê, li şûna veguherîna bajarî ya plansazkirî, ev pêvajo veguherî pêlek betonkirinê ya bilez û bêkontrol.    Guhertinên dubare yên planên îmarê yên navçeyên Rêya Armûşê, Artemet û Tûşbayê dibin sedema tunekirina qadên çandiniyê. Li kêleka Gola Wanê û li taxên derdorê şûna erdên çandiyê, blokên bibeton digirin û qadên nefesstandinê roj bi roj tune dibin. Pispor tekez dikin ku bajarsaziya bêplan ne tenê pirsgirêkeke estetîkî ye, di heman demê de dibe sedema qirêjiya çavkaniyên avê, xirabûna qalîteya hewayê û zêdebûna xetereya erdhejan.   Nûnerê Odeya Plansazên Bajarî ya Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirkiyeyê (TMMOB) Ferhat Kayalik, li ser baja rsaziya bêplan a ku her ku diçe zêde dibe, li bajêrrola rêveberiyên herêmî di vê yekê de û bandorên wê li ser jiyana ekolojîk nirxandin kir.   Kayalik diyar kir ku bajarsaziya bêplan a li Wanê ji aliyê berjewendiyên kesane ve şekil digire û wiha axivî: "Plankirin û plansaziya bajarî ya nebaş ku ji nebûna îmarê derdikeve holê, pirsgirêka bajarsaziya bêplan girantir dike. Her wiha pirsgirêkên wekî nebûna vekolînan û nekarîna şaredariyan ji bo çavdêrîkirina bi bandor hene. Lêbelê, em pir caran van vekolînan nabînin û ev yek bi lez bajarsaziya bêplan girantir dike. Dema ku em li pêvajoya bajarsaziya bêplan a nû ya li herêma me dinêrin, em dibînin ku pêvajoya bajarsaziyê li Wanê ji aliyê berjewendiyên aborî, siyasî û çandî ve tê şekilkirin. Em dibînin ku bajar bûye qadeke siyasî û deverên wekî mizgeft, baxçeyên giştî û qehwexaneyên giştî ji aliyê îdeolojiyên taybetî ve şekil digirin."    'MUDEXILE LI QADÊN JIYANÎ TÊ KIRIN'    Kayalik anî ziman ku veguherîna bajarî û guhertinên îmarê li taxan qadên jiyanî sînordar dikin û wiha domand: "Rewş li Wanê hîn bêtir pirsgirêke. Planên îmarê li deverên wekî perava Ertemetê herêmên TOKÎ  û deverên zanîngehê bi berdewamî têne manîpulekirin. Hikûmeta navendî li gorî polîtîkayên xwe mudaxeleyî qadên ku em lê dijîn dike. Kar û xebatên ku bi gel re nayên parvekirin tên pêşxistin. Guhertina bajêr û îmara bajar qadên jiyanê li taxên kêmdahat, wekî Bostaniçi û Şabaniye, sînordar dikin. Xizmetên ku ji van deveran re têne peyda kirin ne bes in û xizmetên heyî li paş demê ne."   'QEYÛM MEKANÎZMAYÊN BEŞDARBÛNÊ QELS KIRIN'   Kayalik bi lêv kir ku şaredarî di vî warî de berpirsiyariya têrker nagirin ser xwe û got: "Pêvajoya qeyûm û valahiya demokratîk mekanîzmayên beşdarbûnê qels kirine. Her çend hevkariya bi meclisên taxan û rêxistinên civaka sivîl re pêwîst be jî, mixabin ev avahî li Wanê kar nake. Wan bajarekî ye ku di seranserê dîrokê de gelek şaristaniyan mazûvan kiriye. Avahiyek wê ya pirqatî heye ku ji Urartuyan bigire heya serdema Komarê dirêj dibe. Lêbelê, di salên dawî de, pratîkên qeyûm zirarên cidî dane tevna dîrokî ya bajêr. Herêma derdora Kela Wanê, xirbeyên bajarê Wanê yê kevin û tevna taxên wê yên dîrokî bi avahiyên betonî yên bilind û navendên kirînê yên anonîm dorpêçkirî ne. Bi şopên pêşkeftina dijwar, bajêr nasnameya xwe ya herêmî winda kiriye."   'PÊŞEROJA BAJÊR DIVÊ GEL DIYAR BIKE'   Ferhat Kayalik daxuyand ku di dema pêvajoya qeyûm de tevna dîrokî û derdora golê hatiye paşguhkirin û pêdivî ye ku qadên hêşîn ji nû ve werin avakirin. Kayalik diyar kir ku divê gelê Wanê li gorî biryarên xwe bajarê xwe ava bike û got: "Paşeroja bajêr ne tenê ji hêla şaredariyan ve, divê bi gel re bê sazkirin û diyarkirin. Divê bi hemû taxan re civîn werin lidarxistin da ku nêrînên raya giştî werin berhev kirin. Bajar qada jiyanê ya gel e; divê biryar bi gel re qadên vekirî re werin dayîn, ne bi odeyên girtî de. Divê mekanîzmayên çavdêriyê yên bibandor werin damezrandin. Bajarsaziya saxlem bêyî çareserkirina kêmasiyên Wanê û beyî rêveberiya beşdar de ne pêkane ye."   MA / Zeynep Durgut