Li gundê ku qet neçûyê ji ber 'ceyrana qaçax' 805 hezar TL ceza lê hatiye birîn 2025-10-31 09:48:51 AMED - Mehmet Şah Bîten ku 25 sal in li Enqereyê dijî, li gundê Zerê yê Bismilê ku qet neçûyê û navê gund jî qet nebihîstiye, ji ber bikaranîna "ceyrana qaçax" 850 hezar TL cezayê pereyî lê hatiye birîn.   Mehmet Şah Bîten (59) ku li navçeya Çankaya ya Enqereyê dijî, pê hesiya ku Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) bi hinceta li gundê Zerê yê Bismil a Amedê "ceyrana qaçax" bi kar aniye, 805 hezar TL ceza lê biriye. Bîten ku 25 sal berê ji gundê Evdî yê navçeyê koçî Enqereyê kiriye, bi teblîxata gihîştiye wî, bi meseleyê hesiyaye.    Tîmên DEDAŞ'ê, di 27'ê Hezîrana 2025'an de têkildarî saeta ceyranê ya bi hejmara 92282420 û bi hejmara 63106113 zabitnameyek amade kirin. Têkildarî zabitnameyê, li gor xala 44'an a Rêziknameya Xizmetên Xerîdaran a Piyaseya Elektrîkê 805 hezar û 623 lîre ceza li Bîten hat birîn. Li vî gundî ne navnîşana Bîten lê heye û ne jî mal û milkên wî lê heye. Li ser vê Bîten jî wiha difikire ku dibe ku şaşiyek çêbûbe. Li ser vê Bîten di 30'yê Îlona 2025'an de serî li Midûriyeta DEDAŞ a Bismilê dide. Lê DEDAŞ, di 1'ê Cotmeha 2025'an de serlêdanê red kir. Li ser vê parêzerê Bîten serî li Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya Bismilê da. Doz didome.    Bîten ku bertek nîşanî vê yekê da got: "Min li fatûreyê mêze kir. Li cihekî ku tu eleqeya min pê tune ye hatiye birîn. Çendî navnîşana min ne lê ye jî hatiye birîn."    Bîten, bilêv kir ku li cihekî ku qet neçûyê fatûre li ser navê wî hatiye birîn û got: "Ji ber vê ez dame ber îcrayê."    Bîten anî ziman ku ev ceza kêfî ye û got: "Sazî jî li gor kêfa xwe hereket dikin. Em bang dikin, dibêjin, lê kes dengê em nabihîze."    Têkildarî mijarê me telefonî DEDAŞ'ê kir. DEDAŞ'ê got: "Rewşên wiha çêdibin, dibe ku fatûre şaş tên birîn. Bila kes bi xwe biçe serlêdanê bike."         MA / Hêlîn Ozgun