ROJEVA 1’Ê MIJDARA 2025’AN 2025-11-01 09:00:24   *  Cîgira Hevserokatiya Giştî ya DEM Partiyê Yuksel Mutlu bal kişand ser hewldanên partiya wê yên ji bo anîna cem hev a derdorên olî û etnîkî yên cuda yên li Qersê û diyar kir ku Qers bajarekî ku mirov û bawerî bi hev re di nava aştiyê de dijîn û got: "Qers di heman demê de prototîpa Tirkiyeyê ye."   * Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut bang li her kesî kir ku beşdarî meş û mîtînga li Kolnê bibin da ku azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan misoger bikin û "mafê hêviyê" yê wî bê naskirin û got: "Divê dewlet li gor pêvajoya dîrokî demildest gavekê bavêje."   * Rojnamevan Huseyîn Aykol ê ku xwîn çûbû ser mêjiyê wî di beşda çavdêriya awarte de tedawiya wî didome.   * Dê roja ewil a komxebata “Ji bo demokrasî û aştiyê em dicivin, em derfetên têkoşînê gotîbêj dikin” ku ji aliyê DEM Partî, EHP, EMEP, SMF, TÎP û TOP’ê ve li Odeya Endezyarên Makîneyê ya Enqereyê bê lidarxistin. (10.30-17.00)    * Şaxa Egîtîm Sen a Şirnexê dê “Nobeda Edaletê” ya ku li dijî polîtîkayên bêcezakirina faîlê tacîza zayendî dabû destpêkirin, di hefteya sêyemîn de bidomîne. (10.00-18.00)   * Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, dê derheqê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê, li navenda partiyê daxuyanê bide. (11.00) ZINDÎ   * Dayikên Şemiyê, ji bo pirsa aqûbeta xizmên xwe û cezakirina faîlan dê li Qada Galatasaray çalakiya xwe ya 1075’emîn li dar bixin. (12.00)   * Bi munasebeta 1'ê Mijdarê Roja Kobanê Ya Cîhanê dê li gelek bajaran çalakiyên cuda bên lidarxistin. (12.00-15.00)   * Komeleya Ekolojiyê ya Wanê, dê li navçeya Şaxê bêrûya biçînin. (12.30-15.00)   * ÎHD ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş dê çalakiya xwe ya heftane li bajarên Stenbol û Enqereyê bidomîne. (13.00)