'Qers prototîpa jiyana bihevre ye' 2025-11-01 09:10:22 QERS – Cîgira Hevserokatiya Giştî ya DEM Partiyê Yuksel Mutlu bal kişand ser hewldanên partiya wê yên ji bo anîna cem hev a derdorên olî û etnîkî yên cuda yên li Qersê û diyar kir ku Qers bajarekî ku mirov û bawerî bi hev re di nava aştiyê de dijîn û got: "Qers di heman demê de prototîpa Tirkiyeyê ye."      Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Qersê "Civîna Gel û Baweriyan" li dar xist. Nûnerên civakên terekeme, çerkez, kurd û tirk, ligel nûnerên baweriyên caferî, misilman û xiristiyan, akademîsyen û komên pîşeyî û gelekên din beşdarî civînê bûn. Beşdaran raman û pêşniyazên xwe yên der barê pêvajoyê de anîn ziman. Di civînê de tekezî li ser pêwîstiya avêtina gavên berbiçav ji aliyê dewletê ve û lezandina vê pêvajoyê hat kirin, di heman demê de tekezî li ser pêwîstiya piştgiriya raya giştî ya zêdetir hat kirin.   Cîgira Hevserokatiya Giştî ya DEM Partiyê û Berpirsa Komîsyona Gel û Baweriyan Yuksel Mutluyê li ser civînê şîrove kir û diyar kir ku ew demek dirêj e vê çalakiyê plan dikin.    Yuksel Mutluyê ku Qers wekî prototîpeke Tirkiyeyeke piçûk bi nav kir, got: "Ew cihek e ku hemî bawerî û gel, 72 netewe, lê dicivin. Me bi taybetî Qers hilbijart ji ber ku ew bajarek e ku gel û bawerî bi hev re bi aştî dijîn, tevî dîroka 40 salî ya polîtîkayên zayendperest, neteweperest û leşkerî yên desthilatan. Di dawiya vê civînê de, me dît ku ev tercîh çiqas rast û guncaw bû."   Yuksel Mutluyê bal kişand ser eleqeya zêde ya civînê û got: "Me beşdarbûn sînordar hişt. Tevî vê yekê, beşdarbûn sînorê diyarkirî  derbas kir. Beşdarbûn ne tenê ji partiya me bû; ew ji beşên cûda ên din bû jî. Beşdarî ji rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên karker û pîşeyî hebû. Rûspî, seyda, mele, hevalên me ji komên çep û sosyalîst, rêxistinên karker û pîşeyî, Komeleya Bijîşkan, û parêzvanên mafên mirovan. Heta muxtarê gund, ku wekî qeyûm hatibû tayînkirin, hat û ramanên xwe anî ziman."   Yuksel Mûtlûyê anî ziman ku aştî ew qas girîng e ku nabe tenê hewaleyî meclisê li komisyonê bê kirin û got: "Belê em dibêjin, çareseriya demokratîk a pirgsirêka kurd. Lê bi wê re betalî, xizanî, kuştinên jinan û texrîbkirina xwezayê jî heye. Ger dê cudahî di sedsala duyemîn a komarê de hev du nas bikin, divê ev rengînî bê dîtin. Ev jî civakîkirinê pêkan e. Lewma Qers mînakeke girîng bû. Ev bajar, demildets aştiyê dixwaze. Ji lew re ev bajar pir êşa vê kişandiye."    Yuksel Mûtlûyê destnîşan kir ku wan tiştên di civînê de hatine nîqaşkirin wekî nîşe tomar kirine û got ku ew hêvîdar in ev yek bibe boneya aştî û azadiyê.    MA / Omer Akin