ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2025'AN 2025-11-04 09:00:00 * Taxa Xaçortê ku berê bi nasnameya xwe ya berxwedanê dihate nasîn, niha ji vê  nasnameyê bêpar tê hiştin û bûye navenda polîtîkayên şerê taybet. Çanda taxê ya ku bi tiryak, fihûş û bişaftinê ve tê guhertin,  tevna civakî ya taxê jî bi awayekî sîstematîk tê guhertin. * Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl diyar kirin ku yekane gava berbiçav a ku desthilatê di vê pêvajoyê de avêtiye, komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin e û gotin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî daxwaza wan a sereke ye.   * Zanyarê Siyasetê yê Zanîngeha Kafkasê Doç. Dr. Adem Çelîk got ku avakirina çandeke siyasî ya hevpar ku demokratîk be û cudahiyan nas bike ku careke din çek neaxivin, yek ji xalên girîng ên ji bo domdariya aştiyê ye.   * Welatiyên Dêrsimê diyar kirin ku ji bo pêvajo bi awayekî saxlem bimeşe divê komîsyon demildest bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û bang li dewletê kirin ku gavên berbiçav bavêje.   * Welatiyên Iraqê dê tevî fikarên xwe yên têkildarî ewlehî, şefafî û baweriyê biçin ser sindoqan. Rewşa parçebûyî ya partiyên Kurd destê wan zeîf dike. Li hêla din tê gotin ku hêzên navneteweyî û herêmî hewl didin şerekî nû li Iraqê derxînin.     * Danişîna doza rojnamegerên ji ber protestokirina qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn tên darizandin, dê li 24'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (11.30)   * Bi boneya salvegera operasyona siyasî ya 4'ê Mijdara 2016'an a li dijî siyasetmedarên HDP'î dê li gelek bajaran daxuyanî bên dayin. (12.00-14.00)   * Platforma Şiyar be dê li Semta Ofîsê ya Amedê li pêşiya kafeya ku bi sepanên şerê taybet di rojevê de ye daxuyaniyê bide û ji bo piştevaniya bi jinên hatine derbkirin re jî li pêşiya Mizgefta Nebî ya Deriyê Çiyê daxuyaniyê bide. (12.30) ZINDÎ   * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê di civîna koma partiya xwe de li Meclisê biaxive. (12.45) ZINDΠ   * MED TUHAD-FED, OHD û Baroya Amedê dê têkildarî binpêkirinên li girtîgehan, li pêşiya Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Erzînganê daxuyaniyê bide. (14.00)   * Komeleya Teqawidan dê li Wanê têkildarî Rojîn Kabaîşê daxuyaniyê bide. (14.00)