Li Girtîgeha Tekîrdagê binpêkirinên mafan: Bingeha provakasyonê tê amadekirin 2025-11-08 10:44:13   RIHA- Bakir Ozturk ê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Hejmar 2 a Tekîrdagê dimîne, diyar kir ku li girtîgehê bingeha provokasyonan tê amadekirin.    Bakir Ozturk ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Hejmar 2 a Tekîrdagê tê girtin, di 7'ê Mijdarê de bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî. Öztürk ragihand ku zext û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehê bûne sîstematîk. Ozturk diyar kir ku eşyayên wan tên desteserkirin û her roj li hucre û odeyan lêgerîn tê ferzkirin. Ozturk ragihand ku di pêvajoya hevdîtinên aştiyê de li girtîgehê polîtîkayeke rageşiyê tê meşandin û got ku gav bi gav bingeha provokasyonê tê amadekirin.   Birayê Bakir Ozturk, Îbrahîm Ozturk, daxwaz kir ku avaniyên ku di dema Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li girtîgehan provokasyonan li dar dixin bên eşkerekirin. Ozturk diyar kir ku divê ev binpêkirin ji raya giştî, çapemeniya azad, rêxistinên mafên mirovan û meclisê re bên ragihandin û ji bo vê armancê daxwaz kir ku şande serdana girtîgehan bikin. Ozturk anî ziman ku malbat ji bûyeran nerehit in û zext, gef û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tên ferzkirin şermezar kir.