Hejmara nû ya kovara Jinê derket 2025-11-09 10:26:01 STENBOL - Hejmara 141’an a kovara Jinê bi manşeta “Dayikên Aştiyê: Berxwedan û Bîr” derket.    Hejmara 141’an a kovara Jinê bi manşeta “Dayikên Aştiyê: Berxwedan û Bîr” derket. Di hejmara nû de daxwaza aştiyê ya dayikan a bi sala ye didome hate destgirtin.    Nivîsên di hejmara nû de ev in:   * Danezana Konferansa Dayikên Aştiyê 18-19’ê Cotmeha 2025’an / Dayikên Aştiyê    * Ji êşê ber bi hêviyê ve, ji hêviyê ber bi berxwedanê ve: Dayikên Aştiyê / Hevpeyvîna bi Nezahat Tekeyê re / Rojda Aydin    * Di serdema têkoşîn, aştî û ‘xwiş-biratiyê’ ya nû de rola jinên Kurd / Kîraz Bîçîcî    * Dema spî bi dersokên spî yên dayikan re dibe yek... / Semîha Alankuş   * Rêwîtiya Dayikên Aştiyê / Ezgî Çelîk   * Çanda zimanê dayikê û jin: Li dijî zimanê tundiyê yê hatiye hilberandin / Fatime Uzul Levent