Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dest pê kir 2025-11-09 12:17:00 NAVENDA NÛÇEYAN - Dengdana taybet a ji bo Serdema 6’emîn a Parlamentoya Iraqê, li Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê dest pê kir.  Li hemû bajarên Iraq û Herêma Federe ya Kurdistanê, dengdana ji bo Serdema 6’an a Parlamentoya Iraqê dest pê kir. Li gorî daneyên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartina Iraqê, milyonek û 313 hezar û 980 dengderên hêzên ewlekariyê hene. Ji bo wan jî 809 navend û 4 hezar û 501 cih hatine veqetandin ku deng lê bê dayîn.   Li aliyê din li gel hêzên ewlekariyê, koçber wê dengê xwe bidin. Li gorî daneyên komîsyonê; 26 hezar û 538 dengdêrên koçber hene. Ji bo wan jî 26 navend û 97 cih hatine amadekirin.   Li gorî agahiyan, dê saet 18:00’ê êvarî proseya dengdana taybet dawî bibe. Piştî dengdanê wê sindoqên dengan ji bo navenda giştî ya Bexdayê re bê şandin.   Dengdana hilbijartina Serdema 6’an a Parlementoya Iraqê jî dê 11’ê Mijdarê de pêk were.