Şaredarê berê yê Hopayê: Divê xelkê Behra Reş jî di pêvajoyê de aktor be 2025-11-12 10:56:21   QERS - Şaredarê berê yê Hopayê Yilmaz Topaloglû, têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivî û got: “Êşa li Behra Reş jî, ya li Amedê jî heman êş e. Divê xelkê Behra Reş jî di pêvajoyê de aktor be.”    Hem li Tirkiye û Kurdistanê hem jî li seranserî cîhanê piştgiriya ji bo banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Tevî gavên Tevgera Azadiyê ya Kurd avêtin jî heta niha dewlet û îktîdarê tu gaveke şênber neavêtiye û vehêlandina wan a pêvajoyê, rastî bertekên gel tê.    Şaredarê navçeya Hopa ya Artvînê yê berê Yilmaz Topaloglû ku bi eslê xwe Hemşîn e û li wir dijî jî piştgirî da pêvajoyê. Topaloglû, di navbera salên 2004-2009’an de şaredartiya navçeyê kir û tev li merasîma çekşewitandinê ya PKK’ê bûbû. Topaloglû, diyar kir ku li cihekî gel, bawerî û nasname xwe bi xwezayî îfade nekin teqez kêmasî derdikevin û got: “Lewma jî ev zemînê niha hatiye avakirin gelek biqîmet e. Pêvajo tenê bi têkoşîna Kurdan biencam nabe. Gelek gel û bawerî vê pêvajoyê dişopînin. Bi temamkirina vê pêvajoyê û birêvebirina wê re dê gel û bawerî destkeftiyên pir mezin qezenc bikin.”    ‘DIVÊ DEWLET TIŞTA DIKEVE SER MILÊ XWE BIKE’    Bi domdarî Topaloglû bal kişand ser qonaxa pêvajo gihiştiyê û got: “Rêxistina bi fesixkirina xwe, bi bidawîkirina rêbaza çekdarî, şewitandina çekan û vekişandina hêzên xwe ji Tirkiyeyê re gavekî gelek cidî avêt. Vê nîşan da ka rêxistin ji bo pêvajojoyê çiqas micid e û xwe amade kiriye. Hewceye dewlet jî tiştên dikeve ser milê xwe bicih bîne.”    MISOGERIYA AŞTIYÊ   Di berdewamê de Topaloglû bi bîr xist ku tev li merasîma çekşewitandinê ya gerîlayan bûye û ev tişt anî ziman: “Li wir min cidiyeteke mezin dît, bûm şahid ku bi awayekî disiplînî çekên xwe şewitandin. Ev tiştekî pir biqîmet bû û bi gavên piştre hatine avêtin jî hate xurtkirin. Vekişandina hêzên xwe ji Tirkiyeyê, ji bo avakirina zemîna çareseriya bi rêya siyasetê pir biqîmet e. Ji ber ku min şahidiya vê roja dîrokî kir, pir keyfxweş im.”    Bi domdarî Topaloglû got ku di nava civakê de fikar û nediyarî heye û wiha pê de çû: “Temînata aştiyê, ziman, bawerî û rengê gel e. Alîgirên aştî û siyaseta demokratîk jî divê yekitiyeke xurt ava bikin. Divê zimanekî ava bikn. Divê hemû beşên civakê piştgiriyê bidin pêvajoyê. Divê yek bi yek biçin malên hemû welatiyan, biçin cihên dawetan û her derê û tiştên aştî dê bide civakên Tirkiyeyê bên zêdekirin. Dewlemendkirina zimanê hevpar û misogerkirina vê ya ji hêla zagonan ve girîng e.”    ‘BILA GELÊN LI BEHRA REŞ JÎ BIBIN AKTOR’    Topaloglû, bal kişand ser pêvajoyê bê li Behra Reş çawa tê nirxandin û axaftina xwe wiha qedand: “Ev ne pêvajoyeke hêsdan e. Salên dirêj şer hebû û her cureyên daxwazkirina maf bi hinceta şer hatin binpêkirin. Ji hêla fîzîkî ve jî navên leşker, zarok, ciwan, polîsên şehîd bûne li pir û rêyan kiriye. Êşa li Behra Reş çi be ya li Amedê jî ew e. Anku tiştekî wisa hêsan nîne ku cihekî zêde neteweperest û dijminatî lê hatiye xurtkirin mirov di carekê de veguherîne. Lê dema em aqil û mantiqa xwe bi kar tînin, dibînin ku di serdemên şer de tevî pirsgirêkên mezin jî gel nebûne dijminên hev. Serdestan nekarîn gelan bikin dijminên hev. Niha jî ya aqilane ew e ku xelkê Behra Reş jî tev li pêvajoyê bibe, ne weke çavdêr lê divê weke aktor tê de cih bigire. Heke organîzasyonên bi vî rengî bên kirin, li gorî min dê tu kes li ser fikra tunekirin û tolhildanê tevnegere.”    MA / Omer Akin