Çareserî ne teşhîr û etîketkirin e, di ziman û têkiliyê de ye 2025-11-12 10:56:58 AMED - Kesên ku li ser tiryakkêşiyê dixebitin, li hember etîketkirina bajaran, teşhîrkirina şexs/malbatan an jî nîşandana tiryakê wekî tiştekî ku tenê xasê hinek kesan e, nerazî ne. Dêrûnnas Murat Burtakuçîn got: "Pirsgirêkên civakî têkoşîna civakî hewce dikin. Divê em bi wan re têkiliyê deynin." Tiryakkêşî, wekî li tevahiya cîhanê, li Tirkiye û Kurdistanê jî her ku diçe zêde dibe. Tiryakkêşî, pirsgirêkek pir alî ye û encamên wê bandorê li hemû civakê dikin; ji be vê yekê zimanê ku tê bikaranîn pir girîng e. Dêrûnnas û pisporên ku derheqê vê mijarê de dixebitin, hin pêşniyar û hişyariyên wan hene. Dêrûnnas û pispor balê dikişînin ser wê yekê ku zimanê ku di kampanyayên li dijî tiryakkêşiyê de, nêzîkatiya li hember tiryakkêşiyê û zimanê di medyayê de tê bikaranîn, dikare pirsgirêkê biçûk jî bike û kûr jî bike.   Hin taxên girêdayî navçeyên Sûr û Rezan ên Amedê, bi salan e ku dema behsa tiryakkêşiyê tê kirin, yekem cihên tên bîra mirov in. Yek ji taybetmendiyên hevpar ên van taxan ew e ku malbatên ku di salên 1990'î de di dema şewitandin û valakirina gundan de neçar man koç bikin û rewşa wan a aborî xirab e, li vir dijîn.   'EM SÛRÊ ETÎKET NEKIN'   Li gorî dêrûnnas Murat Burtakuçîn ê ku yek ji dêrûnnasên Navenda Şêwirmendî û Perwerdehiyê ya Tiryakkêşiyê ya ku di Mijdara sala 2024'an de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatiye damezrandin, ev taxên navborî dema bi domdarî tên rojevê, ev yek alîkariya çareseriya pirsgirêkê nake.     Burtakuçin nerazîbûna xwe li hember vê rewşê wiha rave dike:   "Gelek pispor an jî welatî vê têgehê bi kar tînin; dibêjin li Sûr, Rezan, Cizîr, Amed/Şehîtlikê (taxek) tiryakkêşî pir zêde ye. Lê ev ji aliyê zanistî ve ne rast e. Lêkolîn jî vê yekê pir nîşan nadin. A rast tiryakkêşî li her derê ye; li hemû tax, navçe û kolanan e.   Deverên mîna Sûr, Rezan, Cizîr tax an jî navçeyên rewşa wan a aborî xirabtir e. Ji ber vê yekê tiryakkêşiya li van deran zêdetir xuya dibe. Di hişmendiya me de, em tiştên xirab bi mirov an herêmên ku rewşa wan a sosyo-ekeonomîk xirab ve girêdidin.   Rexmê ku li cihên rewşa wan a sosyo-ekonomîk baş e tiryakkêşî zede ye, lê rewşa tiryakkêşiya li wan deran an tê paşguhkirin an jî zêdetir tolerekirin. Ger em ji bo Amedê biaxivin, li her derê bajêr heye. Wê demê em ê Sûr, Rezan an jî Şehîtlikê etîket bikin."   NE TÊKOŞÎN, PIŞTGIRÎ   Li gorî Burtakuçîn, bikaranîna têgeha "têkoşîn" a li dijî tiryakkêşan, pirgirêkê çareser nake.   Burtakuçîn destnîşan kir ku têgeha navborî ji aliyê teknîkî ve şaş nîne lê ji aliyê dêrûnî ve bandoekeneyînî çêdike û ev tişt got: "Kesên tiryakkêş, dikarin vê yekê wekî; têkoşînek li dijî xwe fam bikin. Encameke wiha derdikeve holê; ev alî kesên tiryakkêş in. Aliyê din jî kesên ku bi kar naynin in. Ev yek wekî têkoşîna kesên ku bi kar naynin li dijî wan tê dîtin. Ji ber vê yekê em dema li vir dixebitin, hewl didin piştgiriyê bidin tiryakkêşan. Ji ber vê yekê em girîngiyê didin têgeha 'piştgirîyê'."   Burtakuçîn anî ziman ku tiryakkêş ji aliyê gelek beşan ve tên dûrxistin û pêwîst e di vê mijarê de "rexnedayîn" bê dayîn û destnîşan kir ku bêyî danîna têkiliyê bi tirakkêşan re îqnakirina wan ji bo pêvajoya tedawiyê an jî devjêberdana tiryakê ne pêkan e.   'BÊYÎ GUHDARÎKIRINA WAN EM NIKARIN ÇARESER BIKIN'   Burtakuçîn rexneyên xwe yên derbarê vê mijarê de wiha rêz kir:   "Fêmkirina sedema bikaranîna ciwan, zarok an jî mezinan, hîskirina hestên wan û guhdarîkirina wan gelek bi qîmet e. Ji ber vê yekê ziman jî pir bi nirx e. Em wekî Kurd bi salan e dibêjin ku em di warê mafên çandî, siyasî û civakî de hatine înkarkirin. Pêwîst e ev mînak li ser ciwan û zarokan jî were dîtin. Di vê mijarê de pêwîst e rexnedayîn jî were kirin. Di mijarên wiha mirov bi xwe jî mexdûr be û heman tiştî li hember komên biçûk bike, ev dibe nakokî.   Ger zarok an jî ciwan di tax, dibistan an jî di nava malbatê de bên paşguhkirin, hestên wan bên paşguhkirin, daxwazên wan neyên guhdarîkirin, heke nikaribin qadeke ku xwe tê de bi cih bikin bibînin, di dema nûkamilbûnê de dikevin nava lêgerîna nasnameyê. Em wan paşguh bikin, dê ber bi qadên ku bikaribin xwe îsbat bikin ve biçin. Mixabin tiryakkêşî ji bo kesên ku hatine paşguhkirin, dûrxistin û nehatie guhdarîkirin wekî rêbazek şaş derdikeve pêşiya me. Bêyî ku fêmkirin û guhdarîkirina wan bêyî ku em guh bidin daxwazên wan, em nikarin çareserbikin."   MIJARÊN DIVÊ MIROV BI BALDARÎ NÊZ BE    Burtakuçîn û pispor û dêrûnnasên din, mijarên din ên ku divê mirov bi baldarî nêz be wiha rêz kirin:   Divê peyamên ku vê pirsgirêkê wek a komeke çanda bindest nişan dide, bê terikandin.   Di bernameyan de cihdayîna bandorên sexte û demkî yên bikaranîna tiryakê li ser kesan, dikare mirovan ber bi bikaranîna tiryakê ve bibe. Mînak, îdiakirin ku di navbera bikaranîna tiryakê û têkiliya zayendî de têkiliyeke rast heye.   Tiryakkêşiyê wekî azwerî an jî hînbûnê binavkirin, şaş e.   Tedawiya tiryakkêşiyê mimkun e. Ji ber vê yekê, vegotina tedawiyê wekî "pir zehmet e- pir hêsan e" dikare bibe sedema bêhêvîtî an bêhestbûnê.   Gelemperîkirina pirsgirêkek çavdêrkirî, tevkariya çareseriya pirsgirêkê nake.   Divê gotin û dîmenên ku rûmeta tiryakkêşan dişikînin neyên bikaranîn. Ev rewş sûdwergirtinê tedawiyê zehmet dike. Divê navdêrên ku gelek caran tên bikaranîn neyên bikaranîn, dîmenên tevgerên bêhiş ên tiryakkêşan neyên nîşandan.   Nîşandana qaçaxcîtiya tiryakê wekî karekî ku qezencek zêde tîne, pirsgirêkê kûrtir dike.   Gotinên magazinî yên mîna "temenê tiryakkêşiyê daket heta X" rewşa girîng vedişêre.   Divê gavên ku dê fikarên teşhîra tiryakkêş an jî malbatan ji holê radikin bên avêtin. Di vê mijarê de divê ne ji aliyê xebatên  biçûkxistin an tawanbarkirinê, lê yên piştgiriyê bên kirin.   Burtakuçîn rave kir ku ji bilî xebatên parastin û pêşîlêgirtinê yên li dijî tiryakkêşiyê, xebatên wan ên li ser tedawî û rehabîlîtasyonê jî hene û diyar kir ku ew hewl didin piştgiriyê bidin malbatan jî û wiha pê de çû: "Lewra ne tenê kesên tiryakkêş, malbat û xizmên wan jî ji vê rewşê zêde bandor dibin."   Burtakuçîn anî ziman ku di nava salekê de 60 serlêdêrên wan çêbûne û ev tişt got: "Piraniya saziyan di 6 mehên destpêkê de, dibe ku di sala yekemîn de, serlêdêran qebûl nakin. Ji ber vê yekê, hebûna 60 serlêdêrên me di vê demê de, hejmareke baş e."   'TÊKOŞÎNA CIVAKÎ PÊWÎST E'   Herwiha Burtakuçîn destnîşan kir ku xebatên wan li hember pirsgirêkê ne bes in û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li bajarekî ku 2 milyon nifûsa wî heye, tenê 2 dêrûnnas û 2 pisporên xizmetên civakî nikari xizmetê bikin. Di vê çarçoveyê de xebat gelek kêm in. Pêwîst e ev xebat li her navçe, taxa mezin hebe. Mirov hebûnek civakî ye û em di qadeke civakî de dijîn. Ji ber vê yekê rewşên civakî yên wiha jî têkoşîna civakî, xebata civakî jî pêwîst in. Nexwe, tenê kes, rêveberiyên herêmî an jî nexweşxane vê pirsgirêkê nikarin çareser bikin. Divê em hemû bi hev re ji bo çareserkirina pirsgirêkê tiştekî bikin."   Burtakuçin bal kişand ser berpirsiyarî hemû beşên civakê û got: "Di serî de divê em wan mirovan fêm bikin û bifikirin ka em çawa dikarin piştgiriyê bidin wan. Piştre heke tedawiya tibî hewce be, pêwîst e îmkanên tedawiya tibî werin xurtkirin. Heke tedawiya psîkolojîk hewce be, pêwîst e îmkanên tedawiya psîkolojîk werin zêdekirin. Berpirsiyarî dikeve ser rêveberiyên herêmî. Zêdekirina qadên çalakiyên çand û hunerê, çalakiyên werzîşê; zêdekirina qadên pîşeyî; afirandina qadên jiyanê ji bo ku ciwan û zarok jiyanek tenduristtir bidomînin gelek bi qîmet e. Ger em bi awayekî kolektîf û sîstematîk bixebitin, em ê di nava demê de encam bigirin."   'EM DIKARIN BI HEV RE SER BIKEVIN'   Burtakuçîn wiha bangî tiryakkêşan kir: "Heta em li vê civakê bijîn, dê pirsgirêk û zehmetiyên me hebin. Dibe ku hin ji me ji rewşên dijwartir derbas dibin. Hin ji me zêdetir bandor dibin. Lê em dizanin ku kes an jî saziyên ku me fêm dikin û guhdarî dikin hene. Ger mirov bikaranîna tiryakê, hene. Ev ne tenê sûcê wan e. Pirsgirêkek sîstemê jî heye ku wan paşguh dike, tune dihesibîne. Ger em hemû bi hev re bin, em ê bihêztir bin, em bi hev re bixebitim, em dikarin piştgiriyê bidin hev û bihêztir bin. Em dikarin bi vî rengî çareser bikin."   Sibê: 'Planên stratejîk pêwîst in'   MA / Azad Altay - Bêrîvan Altan