Ji bo Aykol name: Hêj gelek karê divê were kirin heye heval 2025-11-26 13:26:02 ENQERE - Girtî Burak Buyukkaya ji rojnameger Huseyîn Aykol ê xwîn çûbû ser mejiyê wî û niha tê tedawîkirin re şand û got: “Hêvî dikim di zûtirin demê de baş bibî. Hêj gelek karê divê were kirin heye heval.”    Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol, di 14’ê Cotmehê dema li mala xwe ya li Enqereyê xwîn çû ser mejiyê wî û niha li beşa çavdêriya awarte ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê tê dermankirin. Her roj ji girtîgehên cuda gelek kes ji Aykol re nameyan dişînin. Burak Buyukkaya ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Dumlu ya Erziromê tê ragirtin, di 17’ê Mijdarê de ji Aykol re nameyek şand û got: “Ez hîs dikim ku di demeke tu nav nivînan de jî hizra te li ser girtîgehan e.”    Buyukkaya di nameya xwe de wiha got: “Ji roja me nexweşiya we bihîstî heta niha em tenduristiya te mereq dikin û dixwazin demildest baş bibî û rojên xweş hembêz bikî. Dizanin ku dema hûn di nav nivînan de jî hizra we li ser girtîgehan e. Êdî hûn şert û mercên me ji me baştir dizanin, lewma wekî tu jî dizanî hêj gelek karê divê were kirin heye. Ji bo em di welatekî demokratîk de bi hev re govenda azadî, aştî û xwişk-biratiyê hembêz bikin, divê hûn zû rabin ser xwe. Binêre, ji roja heval Sirri çûyî heta niha di me tevan de tiştekî kêm heye, hestekî nîvcomayî heye; ji ber ku yek ji kesê herî zêde ji bo vê pêvajoyê ked dayî ew bû. Niha tu heqê we nîne hûn heman tiştî bi me bidin jiyîn. Dizanim, dilê we yê nazik dê van gazinên me hîs bike û dê demildest rabî ser pêyan. Hêj gelek karê me heye ku divê em bikin heval. Em di wê baweriyê de ne ku dê di demekî herî kin de rabî ser pêyan û me bi tenê nehêlî. Ji dil û can bo te şîfaya xêrê dixwazin.”