Êrişên li deverên berav û hundirîn ên Sûriyeyê didomin 2025-11-26 13:35:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî xwepêşandanên li bajarên Lazqiye, Cebla, Tartûs, Hama û Humsê hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê li dijî xênî û kargehan operasyon lidarxistin û kesên beşdarî xwepêşandanan bûn binçav kirin.   Li gor nûçeya ANHA'yê komên piştevaniyê didin Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê duh bi şev li taxên Lazqiyeyê û kolanên Cebla û Tartûsê operasyon li dar xistin û dirûşmeyên mezhebparêziyê berz kirin û êrişî dikan û xêniyên welatiyan kirin. Komên li herêmê bûne sedema tirsê, wesayît perçe kirin û zirar dan mal û milkên welatiyan.   Hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê, li bajarokê Enaz ê Tartûsê bi ser malên ciwanên ku beşdarî xwepêşandanê bûne de girtin û ew binçav kirin.   Komên çekdar, Taxa Ekrem a Humsê bi dest xist û ji esnafan xwest ku ew dikanên xwe bigirin û gef li şêniyên taxê xwarin.   "Mifteyê Ezazê" yê gef li xwepêşanderên Elewî xwarin, îdia kir ku "Xwepêşander guleyan berdidin zarokên me."   Aktivîstên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê jî dîmenên tank, wesayîtên zirxî, obus û wesayîtên giran perve kirin û diyar kirin ku ev ber bi beravê ve diçin. Lê belê cihê dîmenan û qadên ku wesayît lê hatine bicihkirin nehatin diyarkirin.   Komeleya Elewiyên Sûriyeyê ya Ewropayê têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku "Ew êrişên Hikûmeta Veguhêz û komên girêdayî wê yên li ser xwepêşanderên aşitiyane şermezar dike" û van êrişan wekî "sûcekî xetere û hatiye belgekirin" pênase kir.   Komeleyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wê her cure belge, wêne, vîdeo û şahidî ji aliyên navneteweyî yên eleqedar re werin şandin û hate xwestin ku "hemû kesên ku di vîdeo û wêneyan de cih digirin, guleyan berdidin û êrîş dikin" werin cezakirin. Di daxuyaniyê de hişyariya ku "rayedar têkariyê li vî sûcî nekin û paşguh nekin" hate kirin.   Li hin bajaran ji ber bicihkirina hêzên Hikûmeta Veguhêz a li herêmên kontrolê û zêdebûna dewriyeyan, îro ji danê sibehê û pê ve li herêmên berav û hundirîn ên Sûriyeyê bêdengî heye.