Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê Tahir Elçî bi bîr anîn 2025-11-26 16:13:48   AMED - Xwendekarên Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê, di 10’emîn salvegera qetilkirina Tahir Elçî de bi bîr anîn.    Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li ber avahiya Beşa Hiqûqê bi minasebeta salvegera 10’emîn qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî bernameya bîranînê li dar xist. Di bîranînê de pankarta “Tahir Elçî ne tenê navek e, rûmeta berxwedana gel e” û dowîzên, “Em tev Tahir Elçî ne”, “Siyaseta şer jiyanê teng dike” û “Ji bo doza Elçî têkoşîn” hatin hilgirtin. Gelek xwendekar, endamên Rêveberiya Baroya Amedê, endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê û endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya bi Kurmancî xwendekara beşa hiqûqê Medya Aslan xwend, ya bi Tirkî jî xwendekarê beşa hiqûqê Nazîf Ok xwend.   PEYAMA DOMANDINA TÊKOŞÎNÊ   Rêveberê Baroya Amedê Bawer Mizrakli beriya daxuyaniyê axivî û bal kişand ser salvegera kuştina Tahir Elçî û got: “10 sal in faîlên Tahir Elçî nehatin darizandin. Faîl bi awayekî formalîte hatin darizandin. Piştre jî hatin beraetkirin. Em dest ji têkoşîna xwe ya azadiya mafan bernadin, em ê tekoşîna xwe berdewam bikin heta ku faîlên Tahir Elçî werin cezakirin.”   ‘EM Ê HER TIM LI SER RÊYA WÎ BIN’   Medya Aslanê di serî de Tahir Elçî bi bîr anî û got: “Birêz Elçî, berî her tiştî parêzvanê mafên mirovan bû. Wî ji bo aştiya herêmî û gerdûnî xebat meşandin. Li erdnigariya me li dijî talankirina bajar û dîrokê têkoşiya û ji bo ronîkirina cînayetên ‘kiryarnediyar’ di nava xebateke domdar de bû. Di vê rêyê de canê xwe feda kir. Piştî ku derket bernameyeke televîzyonê Tahir Elçî bi awayekî sîstematîk bi lînçkirinê re rû bi rû mabû. Piştre pêvajoya binçavkirina wî dest pê kir. Paşê hat berdan. Dema ku wî li ber Minareya Çarling a ku hatibû texrîbkirin daxuyaniya çapemeniyê dida, li ber çavan bû hedefa guleyan û hat kuştin.”   LÊKOLÎNA CIHÊ BÛYERÊ NEHATE KIRIN   Bi domdarî Medya Aslanê anî ziman ku têkildarî kuştina Tahir Elçî û li cihê bûyerê bi awayekî baş lêkolîn nehatin kirin û wiha got: “Lêkolînên li cihê bûyerê jî kêm bûn. 10 sal bi ser qetilkirina wî re derbas bûn, hê jî faîlên wî nehatine cezakirin. Di dozê de polîtîkaya necezakirinê hat meşandin. Xwestin ku ser bûyerê bigirin. Guhdarîkirina li serokwezîrê demê Ahmet Davutoglû hat redkirin. Ev jî nîşan dide ku doz ji ber sedemên siyasî her tim dihat paşxistin û di encamê de jî doz bi lezgînî qedandin.”   ‘HETA KUJER TÊN DARIZANDIN EM Ê TÊBIKOŞIN’    Di berdewamê de Medya Aslan bal kişand ser ne aşkerakirina faîlê Tahîr Elçî û got: “Tahir Elçî, ji ber ku li dijî şer aştî diparast, dixwest êrişên li ser dîroka bajêr bi dawî bibin, dixwest cînayetên ‘kiryarnediyar’ bên ronîkirin, bi awayekî hovane hate kuştin. Em îro li vir careke din dibêjin; em ê li ser rêya ku serokê nemir Tahir tê de canê xwe feda kir bimeşin û têbikoşin. Heta ku kujer werin cezakirin, em ê têbikoşin. Bi xatirê te qasidê aştiyê.”