Rojnameger Kawe Fatehî: Serhildana gelan gelek tişt li Rojhilat û Îranê guhert

  • rojane
  • 09:02 28 Mijdar 2022
  • |
img
AMED - Rojnameger Kawe Fetehî ku li Rojhilatê Kurdistanê dijî, tekildarî serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê anî ziman ku serhildana gelan a bi aweyekî xurt berdewam dike, heta niha gelek tişt jî guhertin û got: “Edî meşrûtiyeta hikumeta Îranê nemaye.”
 
Jîna Emînî di 13'yê îlona 2022'yan de dema bi birayê xwe Kiyareş Emînî re li Tehranê li îstasyona metroyê ye, bi hinceta ku li gorî qaîdeyên Îslamî serê xwe negirtiye bi komek jin re tê binçavkirin. Di dema binçavkirinê de Jîna Emînî ji aliye polîsan ve tê derpkirin û serê wê li hesinê dikevê. Jîna Emînî ji ber derba ji serê xwe xwar 3 rojan di nexweşxanê de ma û piştî 3 rojan di 16’e îlonê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Di merasîma cenazeya Jîna Emînî ya li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê de jinan dirûşmeya, “Jin jiyan azadî” berzkirin û ew dirûşim bi pêşengtiya jinan bû serhildana gelên Rojhilatê Kurdistan, Belûcistan, Îran û gelên li Îranê. Serhildana gelan a li dijî rejîma molayên Îranê 2 meh li pêy xwe hişt, hê jî didome. Di destpêka serhildanan de hêta niha tevî ku gelek kes hatin qetilkirin, birîndar bûn û binçavkirin jî serhildan bi awayekî bi hêz didome û dirûşmeya, “Jin  jiyan azadî” li Rojhilata Navîn heta cihanê olan dide. 
 
Tekildarî serhildana gelan a li dijî rejîma Îranê rojnameger Kawe Fatehi yê ku li Rojhilatê Kurdistanê ye pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivand. 
 
Piştî qetilkirina Jîna Emînî, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gel serî hilda û serhildana gel hêj jî didomê. Niha pêvajoyek çawa li Rojhilat û Îranê heye, hûn dikarin ji me re qala rewşa heyî bikin?
 
70 rojan zêdetir e serhildan û şoreşa Rojhilat û Îranê berdewam dike. Di vê pêvajoyê de dikandarên Îranê 11 caran dikanên xwe girtin. Di destpêka serhildanan heta niha dikandarên li Rojhilat di grevê de ne û bi girtina dikanan rejîmê protesto dikin. Li Rojhilat serhildan pir xurt berdewam dikin. Ji ber ku li dijî hikumeta Îranê serhildaneke pir xurt û bi hêz dimeşe çend roj ji berê hikumeta Îranê êrişî bajarên Mehabad, Pîranşar, Ciwanro û gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê kirin.  Hêya îro li Rojhilatê Kurdistanê 46 sivîl hatin qetilkirin gelek kes birîndar bûn û 8 hezaran zêdetir kes hatin binçavkirin û girtin. Ya herî girîng jî hikumeta Îranê li bajarên Ciwanro û Mehabad çekên weke çekên kîmyewî bikaranîne û gelek kes birîndar bûne, tendûristiya wan jî ne baş e. 
 
Li bajarên Îranê jî her çiqas weke serhildanên Rojhilat bi xurt û hêz nebe jî serhildan hene. Partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên weke PJAK, Komeleya Demokrat ji bo greva giştî ji bo piştevaniya serhildanê daxuyanî dan. 
 
Her wiha di serhildanên gel de dirûşmeya “Jin jiyan azadî” tê berzkirin û ev dirûşm li hemû cîhanê belav bû. Gelo ev dirûşm çima evqas bi bandor bû? Dirûşmeya “Jin jiyan azadi” ji bo gelan tê çi wateyê?
 
Dîroka Jin jiyan azadî kûr û dirêje li Bakurê Kurdistanê heta Rojava niha jî li Rojhilatê Kurdistanê ew dirûşim olan dide. Ji ber ku ya ku hat qetilkirin jin bû, Jîna Emînî li paytexta Îranê Tehranê hat qetilkirin. Jin jiyan azadî jî dirûşmeya mafê jinan e. Li Rojhilata Navîn û cihanê mafê jinan tê binpêkirin, jin jiyan azadî jî dirûşmeya li dijî vê yekê ye. Dema cenazeyê Jîna Emînî anîn bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê gelek jinan ewilî li ser goristanê dirûşmeya jin jiyan azadî berz kirin. Bi vê dirûşmeyê helwesta edî bes e qetilkirina jinan, edî ji pergala mersalariyê re bes e nişandan. Ji ber wê jin jiyan azadî pir girîng e. Ew dirûşim li Rojhilatê çû Îranê û li Zanîngeha Tehranê xwendekaran ew dirûşim berz kirin. Piştî wê dirûşimeyê gelek jin herikîn qadan û pêşengiya serhildanê dikin. Jin jiyan azadî ji bo karker û hemû gelan bû dirûşmeya azadî û rizgariyê. Yanî jin jiyan azadî li dijî zilma li ser gelê kurd, karker û jinan bertekek bû, wan hemûyan bi xwe ve girê dide. 
 
Di qada navneteweyî de ji bo serhildêrên Rojhilat û Îranê piştgirî heye an na? Hûn helwesta qada navneteweyî çawa dibînin?
 
Dewletên navneteweyî li gor berjewendiyên xwe tevdigerin. Ew dinêrin ji bo berjewendiyên wan li vir çi heye pişt re li gor wê deng dikin. Di destpêka serhildanê de ji ber ku civakî bû li dinyayê gelek dewlet û kesan dengê xwe derxistin lê niha ew tevgera civakî dixwazê bibe tevgereke siyasî ew jî kerî berjewendiyên dewletên navneteweyî naye. Heta niha jî piştgiriyek ew qas xurt ji bo Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nehatiye dayin. Komên çepgir piştgiriyê didin. 
 
Di navbera serhilderên kurd û faris de tekiliyek çawa heye? Daxwaza serhildêrên li kolanan çi ye?
 
Li Rojhilat û Îranê ne tenê kurd û faris hene, azerî, ereb, tirkmen, mazenî û belûc jî hene. Daxwaza wan a li dijî mela û rejîma Îranê yeke. Dixwazin wê pergalê hilweşînin. Lê êrişa li ser Kurdistanê û Belûcistanê pir bi tund e. Daxwaza farisan azadiya raman, cil û bergan e lê xwesteka wan a azadiyê û ya Kurdistanê, Belûcistanê û gelên din cuda ye. Zimanê kurdî qedexeyê kurd nikarin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Yanî daxwaza gelê kurd û gelên din ên Îranê ya azadiya neteweyê jî heye. Yanî daxwaza wan a xweseriyê jî heye. 
 
Dewleta tirk êrişî Rojava û Başûrê Kurdistanê kir, hûn van êrişan li wir çawa dişopînin?
 
Dewleta tirk dewletek faşîst e. Rejima Îranê û neteweyê faris dibêjin kurd hene, lê dewleta tirk a faşist kurdan tune dihesibîne, ji ber wê dewleta tirk li dijî hemû Kurdistanê ye. Heke parçeyekî Kurdistanê ku dixwaze xwe bi xwe rêve bibe dewleta tirk dixwazê êriş bike. Sedema êrişên dewleta tirk ên li Rojava û Başûrê Kurdistanê jî ew e. Erdogan û dewleta tirk hemû kurdan weke terorîst dibîne, dewleta tirk li dijî kurdan hertim wisa bû ye. Niha jî dixwazin Xweseriya Rojava hilweşînin. 
 
Li gor wê serhildana gel dê çawa encam bigrê hûn çawa dibînin?
 
Heta niha gelek tişt li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatine guhertin. Edî meşrutiyeta hikumeta Îranê nemaye. Hem gelê kurd hem gelê faris û hem gelên din meşrutiyeta hikumetê nasnakin. Nizanim wê çawa encam bigire lê serhildaneke pir mezin û bi xurt heye û heta niha jî gelek tişt guhertin. Gelek tişt hene ku ji berê qedexebûn û niha azad in. 
 
MA / Mahmût Altintaş

Sernavên din

28/11/2022
11:36 116 jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:34 Kedkarên Çapemeniya Azad meheke girtî ne: Em ji ber rojnamevantiyê tên darizandin
11:25 HDP’ê Tahir Elçî bi bîr anî: Em ji bîr nakin û nadin jibîrkirin
11:01 Xwendekarê kurd ê êriş lê hate kirin: Em dikarin bi têkoşînê van nijadperestan ji dibistanan paqij bikin
10:55 Abdullah Ocalan: Sûriye dê qedera AKP’ê jî diyar bike
10:09 Akkaya ku înfaza wî hatiye şewitandin di hucreya yekkesî de tê ragirtin
09:55 Girtiyê ku dermanên wî nehatin dayîn di hucreya yekkesî de bi edrê ket
09:54 Destê Dayika Aşitiyê ku di 25'ê mijdarê de tundî lê hate kirin ji cih derket
09:35 Canbaz: Divê em tecrîdê têk bibin û berxwedanê mezin bikin
09:04 Jinên Botanî ku hatibûn binçavkirin: Em ê li ber xwe bidin bila ev jî ji wan re bibe derd
09:04 Tevlibûna daxuyaniya ji bo Denîz Poyrazê weke ‘propagandaya rêxistinê’ hesibandin
09:02 Rojnameger Kawe Fatehî: Serhildana gelan gelek tişt li Rojhilat û Îranê guhert
09:00 Jinên Mahabadî deriyê tirsê şikandine
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2022'YAN
27/11/2022
22:18 OHD: Rêbazên leşkerî wê pirsgirêkê mezintir bikin
21:32 Dewleta tirk gundên Şêrawa bombebaran kirin
21:25 Di komxebata ‘Di kapîtalîzmê de kedxwariya jinan’ de koç hate destnîşankirin
21:03 Xelata yekemîn a Mafê Mirovan û Azadiyê diyarî Jîna Emîniyê hat kirin
20:33 Li Qersê 3 kes hatin binçavkirin
20:27 Rojnamevan Evren: Jin nêzîkî azadiyê ne
19:30 Taşdogen: Divê li dijî ‘jina maqûl’ têkoşîn bê dayîn
18:59 Di êrişan de 3 leşkerên Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dan
18:48 Di çalakiyên 25’ê Mijdarê de jinên îranî hatin silavkirin!
18:32 Li Şirnexê 9 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:55 Amedsporê li deplasmanê Înegolspor 2 û 0 têk bir
16:55 TMMOB’a Amedê: Binçavkiriyan di zûtirin demê de berdin
16:48 Tundiya mêr-dewletê li Antalyayê bi meşê hat protestokirin
16:29 MEBYA-DER bi malbatan re hate ba hev
15:58 Li Colemêrgê ji ber berfê rêya 155 gund û mezrayan hate girtin
15:31 Piştî kuştina leşkeran Akar çû ser sînor
15:30 Li Colemêrgê 3 jê jin 16 kes hatin binçavkirin
15:11 Husseîn Ronaghî hate berdan
15:00 HSD’ê bîlançoya êrişan eşkere kir
14:17 Li Mêrsînê 25 kes sê roj in di binçavan de ne
13:44 Malbata Şenyaşar: Em ê bêhêvî nebin
12:21 Di wesayîta cenazeyan a şaredariya AKP’î de tiryak hat desteserkirin
12:03 ESU: Divê NY li dijî êrişên Tirkiyeyê bikeve nava liv û tevgerê
11:55 Dewleta tirk gundê Eyn Deqnê û Balafirgeha Minixê topbaran dike
11:44 Polîsan li Taksîmê ciwanek kuşt
11:26 Turker a ku di 25’ê Mijdarê de piyê wê hate şikandin: Bijîşk hewl da tundiya polîsan veşêre
10:50 Cenazeyên 17 leşkeran anîn Colemêrgê
10:49 Li Duzceyê erdhejeke bi pileya 4.3’yan çêbû
10:49 Bertekên li dijî binçavkirinan: Çi bikin jî em ê her tim li dijî şer derkevin
10:48 Dozger tevlibûna kongreya ciwanan wek sûc hesiband
10:17 Yolerî: Bi piştevaniyê em dikarin hewldana bitenêhiştina girtiyan têk bibin
09:47 Xwişka girtiyê nexweş Guler: A tê kirin îşkence ye
09:40 Li gundê suryanan talankirina daran didome
09:10 Çelkî ku piştî fermanê dest bi rojnamegeriyê kir: Em ê êş û berxwedana vê civakê ragihînin cîhanê
09:09 Rojnameger Mêsî: Dewleta tirk li Rojava sûcên şer dike, sûcên wê belgekirî ne
09:08 'Astengiyên li ber 25'ê Mijdarê serketina jinê nîşan dide'
09:07 Dêra Geramonê bûye sergo!
09:04 Li Mahabadê hêrsa gel her ku diçe zêde dibe
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:30 Êrişên dewleta tirk di tevahiya şevê de domiyan
26/11/2022
17:57 Ebdî: Em li dijî êrişan amade ne, em ê li ber xwe bidin
17:09 DOM: Şoreşa Rojava belavî cîhanê bû
17:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan pirsîn
17:07 Hejmara kesên li Amedê hatin binçavkirin derket 40’an
16:56 MEBYA-DER û TUHAY-DER’ê serdana Emîne Şenyaşar kirin
16:07 Ji 20 karkerên birîndar 2 karker mirin
16:00 Jinan têkildarî 25’ê Mijdarê daxuyanî dan
15:56 ÎHD: Bila girtiya nexweş Eylem Baş bê berdan
15:43 Bal kişandin ser rewşa 37 girtiyên nexweş ên jin
15:27 ÎHD’ê bal kişand ser binpêkirina mafên jinên girtî
15:17 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
14:55 Înfaza Evîn Şahînê şewitandin: Em poşmantiyê qebûl nakin
14:54 Li Amedê ji bo Fîncanci daxuyanî hat dayîn
14:28 Li Amedê qezaya trafîkê: 3 jê giran 35 kes birîndar bûn
14:22 Baranê kolan û cadeyên Cizîrê veguherand golên avê
14:09 Malbata ku keça wan di welidandinê de mir: Xemsarî heye
13:54 Di şer de leşkerek û cerdevanek mirin
13:52 Çalakiya xizmên windakiriyan hate asteng kirin: Biryareke li dijî hiqûqê ye
13:51 Di çarçoveya bîranîna Elçî de turnuvuya satrancê hat lidarxistin
13:16 Li Amedê gelek kes hatin binçavkirin
13:07 Di komxebata ‘Kedxwariya jinan’ de jinên têkoşer û Rojhilat hatin silavkirin
13:06 Binçavkiriyên pankarta Kurdistanê li miduriyeta polîsan tên ragirtin
13:06 Rencuzogûllari: DAIŞ li ser axa di bin garantoriya dewleta tirk de rehet digere
12:14 Polîsan lingê Turker a tev li meşa 25’ê Mijdarê bûbû şikand
11:57 Xwişka Garîbe Gezer: Ji kesên dixwazin re delîl pir in lê nîyeta dozger nîne
11:56 Digotin 6 saet emrê wê heye, lê 45 salî ye!
11:21 Bi keviran êrişî rêxistina HDP'a Çûkûrovayê kirin
10:48 Belavkarê Ozgur Gundemê Adnan Işik 29 sal berê hate qetilkirin
10:31 Parêzera girtiyê du destên wî nînin: Dewlet tolê dihilîne
10:13 Mak Pirtûk dest bi pirtûkfiroşiyê kir
09:11 Xoy û Urmiye: Gel ji rejima Îranê gelek kişand
09:03 ‘Qedexekirina konseran asîmlasyon e'
09:02 Surucu: Divê dawî li tecrîda li ser Ocalan bê
09:01 Rapora pêzaniyê: Kî li kê xistiye nediyar e, lê her kes li hev dixe
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2022'YAN
25/11/2022
22:20 Li Şirnexê panela 25'ê Mijdarê hat lidarxistin
21:34 Li Stenbolê dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' olan da
21:25 Li Cizîrê 23 kes serbest hatin berdan
20:07 Li Amedê ji 47 kesên hatibûn binçavkirin 31 kesên din jî hatin berdan
18:30 Dîmenên îşkencekirina Garîbe Gezerê derketin holê
18:08 Leyla Guven: Dê hesabê bidin
17:53 Kişanak: Dîtina kiryaran dê dîroka Tirkiyeyê rûnî bike
16:37 Hejmara binçavkiriyên li Mêrsînê derket 25’an
16:20 Ji ber cezayê muebbetê lê hatiye birîn nehiştin bi dayika xwe ya nexweş re biaxive
16:02 Nobeta Edaletê hat astengkirin
15:44 QSD'ê bîlançoya êrişên dewleta tirk ên 2 rojan aşkere kir