Nexweşiya girtî ji malbata wî hat veşartin

  • rojane
  • 10:46 11 Kanûn 2022
  • |
img
COLEMÊRG - Girtiyê nexweş Tahir Gurdal 13 roj piştî tehliyekirinê jiyana xwe ji dest da. Kurê Gurdal, Bîrhat Gurdal da zanîn ku nexweşiya bavê wî ji wan hatiye veşartin û wiha got: “Ez dixwazim ku mirina bavê min bibe mirina dawî.” 
  
Girtiyên nexweş ên ku berdana wan bi hincetên cuda tên astengkirin, yek bi yek jiyana xwe ji dest didin. Tahîr Gurdal (53) li gel ku nexweşê penceşêr bû jî bi salan di girtîgehê de hate ragirtin û 13 roj piştî berdanê jiyana xwe ji dest da. Gurdal, di sala 2014’an de li Gever a Colemêrgê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate binçavkirin, li Midûriyeta Emniyetê ya Geverê rastî îşkenceyên giran hat, dadgehê biryara girtinê da û şand Girtîgeha Tîpa F a Wanê. 
 
Nêzî 4 meh berê teşhîsa penceşêra pişikê li Gurdal hate kirin. Ji bo tedawiyê jî şandin Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê. Ev demek bû Gurdal li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl bi awayekî kelemçekirî dihat tedawîkirin. Gurdal, 13 roj piştî ku cezayê wî hatiye taloqkirin jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Gurdal, rojek piştre di 10’ê mijdarê de li Geverê hate definkirin. 
 
DAYIK GURDAL: REWŞA WÎ PERÎŞE BÛ 
 
Dayika Gurdal, Fehîme Gurdal derheqê mirina kurê xwe de axivî û wiha got: “Di pêvajoya qedexeyan de neheqî li kurê min kirin û bi awayekî derhiqûqî girtin. Gelek nexweş bû û bi salan ji ber wê nexweşiyê azab dikişand. Perîşe bûbû. Tevî vê jî nehat berdan. Kurê min li girtîgehê azab kişand û wisa mir. Tahir, bi destê zaliman hate kuştin.” 
 
NEXWEŞIYA WÎ LI NEXWEŞXANEYÊ HÎN BÛN 
 
Kurê Gurdal, Bîrhat Gurdal jî têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Dema bavê min li derve tu nexweşiyên wî nebûn. Bavê min nêzî salek bû nexweş bû. Rêveberiya girtîgehê û rayedaran têkildarî nexweşiya wî tiştek ji me re negotin. Bi hefteyan telefon venedikir. Karmendên girtîgehê jî digotin; ‘bavê we naxwaze bi we re biaxive. Dema salek piştre bavê min birin Amedê, em hîn bûn ku bi penceşêra pişikê ketiye. Parêzeran agahî dan ku bavê min birine Amedê. Piştî ku rewşa wî giranbûyî birin Amede. Li wir jî agahî nedan me. Heta haya me jê çêbûyî êdî dereng mabû.”
 
‘EM Ê HIZÛRÊ NEDIN BER GIRTIYÊN SIYASÎ!’
 
Bi domdarî Gurdal wiha got: “ Ez 25 rojan li nexweşxaneyê li cem bavê xwe mam. Me gelek zehmetî kişandin. Dema dihat tedawîkirin jî piyên wî kelemçekirî bûn. Dema diçûm kantînê û dihatim, li ser min digeriyan. Cendirmeyên li ber derî digotin; ‘bavê te girtiyê siyasî ye, em ê hizûrê nedin.’ Zextekî giran li me dikirin. Me gelek caran daxwaza berdana wî kir lê ji ber ku girtiyê siyasî bû guh nedan. Bi hezaran girtiyên nexweş ên mîna bavê min hene. Min ev êş kişand qet nebe bila kesekê din nekişîne. Bila girtiyên nexweş bên berdan û mirina bavê min bibe mirina dawî.”
 
BANGA BERDANA GIRTIYÊN NEXWEŞ
 
Bahaddîn Balci ku 22 salan cîrantiya Gurdal kiriye jî bertek nîşan da û got ku divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. Biraziyê Gurdal, Emrah Gurdal jî têkildarî mijarê wiha got: “Mamê min her tim li nexweşxaneyê bû. Hevdîtinên vekirî vediguherandin hevdîtin girtî û asteng dikirin. Li ser kurdî dianîn hevdîtina girtî. Nedikariya telefonê bigire. Dema li nexweşxaneyê jî nehiştin em biçin serdanê. Em naxwazin êdî kesek vê ezyatê bikişîne. Divê hemû girtiyên nexweş di zûtirin demê de bên berdan.” 
 

Sernavên din

11/12/2022
14:31 Gelê Wanê ji bo meşa sibe amade ye: Werin em bi hev re tecrîdê têk bibin
14:08 Tevî biryara dadgehê jî qeyûm 306 karkeran mexdûr dike
13:54 Ciwanan di konferansa xwe ya Rihayê de bertek nîşanî tecrîdê dan
13:12 Malbata Şenyaşar: Hemû dinya vê bêedaletiyê dişopîne
13:08 TJA’yê ji bo ‘mafên mirovan’ daxuyanî da: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
12:44 Tevî êrişan jî li gelek bajarên Îranê meş hatin lidarxistin
12:16 Di êrişa dewleta tirk de sivîlek hate qetilkirin
11:52 Kurdo Baksî hêjayî xelata 'Azadiya Îfadeyê ya David Isak' hat dîtin
11:39 Dozgerê berê ji bo tecawiza li nava cemaetê hişyarî kir: Dibe ku delîl bên tunekirin
11:04 NPG’ê piştî îdiaya Akar ku digot ‘şande çûye’ daxuyanî da
10:46 Nexweşiya girtî ji malbata wî hat veşartin
10:09 Şandeya Hikûmeta Başûr dîsa çû Bexdayê
10:03 ‘Gelê herêma Soranê ji ber êrişên dewleta tirk koçber dibe’
09:56 Konseya Federe ya Swîsreyê: Em geşedanên têkildarî îdiayên çekên kîmyewî dişopînin
09:38 Ji Latîn Amerîkayê bo kurdan bang li civaka navneteweyî hat kirin
09:02 Xwendekarên Fakûlteya Hiqûqê: Berxwedana me didome
09:01 ‘Di budçeya 2023’yan de ne kesên teqawidbûyî lê şer heye'
09:00 Seroka Navenda Parastina Mafên Zarokan Hamîdî: Dewlet divê dest ji rewakirina kiryarên terîqetan berde
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2022'YAN
10/12/2022
21:15 Di êrişên Tirkiyeyê de leşkerekî rejîma Şamê mir
19:41 Li Amedê jina 91 salî ya ji avahiyê ket xwarê jiyana xwe ji dest da
19:06 Li Mexmûrê starta çalakiyên li dijî tecrîdê
17:28 Tirkiyeyê êrişî Kobanê, Til Temir û Eyn Îsayê kir
17:08 Ji bo girtiyê di beşa lênêrîna awarte de bêhiş e banga berdanê hate kirin
16:57 ‘Di bingeha binpêkirinan de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye’
16:40 Ramazan Ateş ê di sala 1992’yan de hatibû girtin tehliye bû
16:33 Ji bo meşa li dijî tecrîdê bang kir: Em ê li dijî faşîzmê li kolanan bin
16:17 HDP’ê bersiva Soylû da: Yên ku ji te bitirsin bila wek te bin
16:06 Li Mûşê civîna ciwanan: Kesên ku derfetê didin tarîkatan sûcdar in
15:52 Hat xwestin ku girtiya nexweş Ozge Ozbek bê berdan
15:39 Kiliçgun Ûçar: Di bingeha tundiya li Tirkiyeyê de bêhiqûqiya li Îmraliyê heye
15:13 'Tahîr Guldal ji ber xemsariyê jiyana xwe ji dest da'
14:55 ÎHD: Li Girtîgeha Kiriklarê îşkence li girtiyê nexweş hatiye kirin
14:50 Qeyûm Amed bi tûxreya Osmanî da naskirin
14:38 Li Wanê banga meşê hate kirin: Heta tecrîd neyê şikandin çareserî nikare bê axaftin
14:32 Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Demîr û Akîpa bên darizandin
13:54 Çalakiya malbatên windakiriyan: Polîtikayên bêcezakirine li dijî kurdan pêk tên
13:30 Malbata Şenyaşar: Em ê serbikevin
13:21 ‘Dibe ku hilbijartin bibe destpêka stratejiyeke xurt’
12:41 Serpel û çawişê pispor ji ber bertîlê hatin girtin
12:40 Girtiyê nexweş Gurdal li Geverê hate veşartin
12:18 ‘Sedemê binpêkirina mafên mirovan a sereke pirsgirêka kurd e’
12:13 104 qurbanî hatin bibîranîn: Em ê raperîna xwe mezin bikin
11:49 Dadgeha Îstînafê biryara doza Şenyaşar xera kir: Divê her du dosye bibin yek
10:51 Cenazeyê Bedîrhan Abî li Wanê hate veşartin
10:42 Prz. Akîpa: ‘Jin jiyan azadî’ di pergalê de derzên kûr afirand
10:11 Rojnamevan Ozûgûrlû: Tevgera bejahiyê wê Tirkiyeyê têk bibe
09:02 Perwerdehiya di konteyneran de!
09:01 Ji bo bernameya vekirinê ya Erdogan qada tenduristiyê kirin qada avahiyan û firotin
09:00 Hevserokên HDP'î: Kesên doza azadiyê dikin dive tev li meşê bibin
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:21 Girtiyê nexweş Tahîr Gurdal 13 roj piştî taloqkirina cezayî jiyana xwe ji dest da
09/12/2022
21:47 Cenazeyê Abî piştî 6 salan dan malbatê
18:41 Kesên di Nobeda Edaletê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
18:35 Herêma Bradostê hat bombebarankirin
17:02 ‘Zewicandina’ zaroka 6 salî: Em neçar in ku bi vê tarîtiyê re têbikoşin
16:27 Bîlançoya ‘Binpêkirinên Mafên Mirovan’: Pirsgirêka herî girîng pirsgirêka kurd e
16:21 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi gel re bicive
16:20 ‘Bacên me weke tank û top li me vedigerin’
15:48 Li Çemçoyê çekên kîmyewî tên bikaranîn
15:47 Xizmên girtiyan guh nedan dorpêç û qedexeyan
15:34 Wêneyê talana li Cûdî nîşan da: Hûn dijminê ekolojiyê ne
15:23 Derbarê Ûca ya HDP’î de 3 fezleke hatin amadekirin
15:16 Di dosyaya KCD’ê de ji bo Aktar biryara beraetê hat dayîn
15:09 Jinan di bîranîna Garîbe Gezer de soza têkoşînê dan
14:43 Li fûara pirtûkan Nobeta Edaletê girt
14:25 Li her çar aliyên Wanê ji bo meşa li dijî tecrîdê xebat tên meşandin
13:51 Li Qesra Çiraganê şewat derket
13:50 Ji ber îfadeyên derew ên şahid Ayverdî 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Dengîz
13:42 Zengîn a AKP’î di mijara girtiyên nexweş de li xwe mikur hat
13:28 Budçeya şer 10 qet zêdetir bû
13:14 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:10 Temellî ji bo meşê bang kir: Divê em tecrîdê bişikînin
13:10 Tirkiyeyê firneya ku bo 20 gundan nan dipêje bombebaran kir
12:56 Ji ber ambargoya Şamê 2 tax bê ceyran man
12:09 Serlêdanên ji bo ‘çareserkirina binpêkirinan’ li ÎHD’ê tên kirin zêde bûn
12:01 Koçyîgît: Tirkiye hewl dide gavên îlheqkirina xaka Rojava biavêje
11:40 Di Hefteya Mafên Mirovan de li Emîne Şenyaşara doza duyemîn hat vekirin
11:39 Girtiyê nexweş ê hate îdiakirin ku ‘ketiye’ jiyana xwe ji dest da
11:02 Parlamentera HDP’ê Orhan: Tundiya navneteweyî li Tirkiyeyê bi destê AKP’ê tê domandin
10:32 ‘Mafê girtiyan ê tenduristiyê tê xespkirin’
10:18 Parêzerê Abdullah Ocalan: CPT dikare li dijî Tirkiyeyê daxuyaniyê bide
09:53 ‘Alfabe têra girtîgehên ku ji bo zarokên kurdan tên vekirin nake’
09:05 ‘Abdullah Ocalan hêza çareseriyê ye'
09:04 Banga ji bo beşdarbûna çalakiyên girseyî yên li dijî tecrîdê: Heta Serok azad nebe zindan jî azad nabin
09:03 Kesên xwe wekî MÎT'ê û polîsan didin naskirin 'sîxurtiyê' li hevseroka HDP'î ferz dikin!
09:02 Dayika ku kurê wê li Kobanê jiyana xwe ji dest da: Çi ji destê me bê divê em bikin
09:01 'Ger hiqûq hebe divê dewleta tirk bê darizandin'
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2022'YAN
09:00 Li Dehgulan'ê Şademan Ehmedî di bin çavan de hate kuştin!
08/12/2022
20:41 Gundên Efrîn, Zirgan û Eyn Îsayê hatin bombebarankirin
19:25 Li Amedê ji bo Fîncanciyê Nobeda Azadiyê
16:44 Saman Yasîn dibe ku ji nişkê ve were darvekirin!
16:43 Der barê daxuyaniya ‘Qirkirina Ermenan’ a HDP’ê de lêpirsîn hat destpêkirin
16:31 Li Girtîgeha Gîresûnê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
16:23 Dozger di asta jor de ji bo Rojbîn Çetîn ceza xwest
16:22 Hevalê hucreyê yê Şekarî helbest nivîsand: Xweziya min ew nûçe qet nexwendibûya
16:12 Di Doza Vartînîsê de tevî xetereya demborînê jî wezaret bersivê nade muzekkereyê
16:00 Piştî bidarvekirina Şekarî gel li Îranê dakete kolanan
15:34 OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana GOÇÎZDER’ê kir