Hevserokê DFG'ê Altan ku 9 meh in îdianameya der barê wan de nehatiye amadekirin, ji bo piştevaniyê bang kir

img

AMED - Îdianameya der barê 16 rojnamevanên hatin girtin zêdetirî 9 meh in nehatiye amadekirin. Hevserokê DFG'ê Serdar Altan bertek nîşanî vê yekê da û ji bo pştevaniyê bang li hemû rojnamevanan, rêxistinên pîşeyî û derdorên demokratîk kir. 

 
Li Amedê di 8'ê hezîranê de 20 jê rojnamevan 22 kes hatibûn binçavkirin. Piştî 8 rojên binçavan, 22 kes sewqî Edliyeya Amedê hatibûn kirin û ji wan 16 jê hatibûn girtin. Zêdetirî 9 meh derbas bûne lê hê jî lêpirsîna der barê Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç, Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnamevan Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlûm Dogan Guler, Îbrahîm Koyûncû, Neşe Toprak, Elîf Gungor, Abdûrrahman Oncu, Sûat Dogûhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn de nehatiye temamkirin. 
 
 
Hevserokê DFG'ê Serdar Altan, ji ajansa me re nameyek şand. 
 
Altan di nameya xwe de bal kişandiye ser erdhejên li Mereşê çêbûn û bandor li 11 bajaran kirin gotiye ku berpirsê vê karesata mezin hene. Altan di nameya xwe de destnîşan kiriye ku piştî erdhejê careke din diyar bûye ku bê ev pergal, pergaleke çi qas riziyayî ye û gotiye: "Lê desthilata siyasî ji bo vê jî nesekiniye. Cardin hewl dide bertekên gel bi darê zorê bitepisîne. Kesên kêmasiyan û nelirêtiyan tînin zimên jî gefan li wan dixwe." 
 
'ZEXTÊN LI SER ÇAPEMENIYÊ'
 
Altan destnîşan kiriye ku yên herî zêde rastî van zext û gefan tên jî mixabin rojnamevan in û gotiye: "25 xebatkarên çapemeniyê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan, lê li van herêman di dema şopandina nûçeyan de bi her cure astengî û zextan re rû bi rû dimînin. Raporên komeleya me û raporên rêxistinên çapemeniyê yên neteweyî û navneteweyî, didin der ku bê rojnaevan beriya erdhejê û piştî erdhejê bi zextine çawa re rû bi rû ne." 
 
Altan di nameya xwe de ev tişt nivîsîne: "Wekî tê zanîn em di encama polîtîkayênz ext û tepisandinê de, di 8'ê Hezîranê de hatin binçavkirin û paşê hatin girtin. Çendî em naxwazin di vê pêvajoya karesatê de ev yek bieb rojev jî, lê mixabin em 9 meh in girtî ne û ev veguheriye cezayekî bênav. Lê halbûkî em rojnamevan, diviyabû di vê pêvajoyê de liq adê bûne û vê karesatê bişopandana." 
 
'LI DÛ DEK Û DOLABAN E'
 
Altan wiha domandiye: "9 meh in em girtî ne. Lê hê jî îdianame nehatiye amadekirin. Ji ber biryara veşarî li ser dosyeyê heye, em hê nizanin bi çi tên sûcdarkirin. Ev pêvajoya girtinê ya dûr û dirêj, bêhiqûqîtiya li hemberî me zêdetir dike. Wer xuya ye kesên lêpirsînê bi rê ve dibin li pêyî hin dek û dolaban e. Em dibêjin li pey dek û dolaban e, ji lew re li gor ku me bihîstiye ji bo sûc biafirînin şahidên veşarî yên nû diafirînin. Ji wan we te nayê fêmkirin; em dibêjin her tiştê me eşkere ye. Di destê we de deşîfrasyona bernameyên me çêkirine hene. Nivîsên me nivîsî ne û nûçeyên me çêkirine li ber destê we ne. Çi hebe di wan de veşarî ye! Baş vekolin, belkî hûn unsûrekî sûc bibînin. Çi hewce bi şahidên veşarî heye! Yanî pêdivî bi dek û dolabên wiha bêhûde tune ye. Ger hûn ê darizandineke hiqûqî bikin, îdianameya xwe amade bikin û me bibin pêşberî dadger, da ku em zanibin bê derdê we çi ye." 
 
Altan bi lêv kiriye ku divê raya giştî zanibe ku operasyona li hemberî wan ne hiqûqî ye, operasyoneke siyasî ye û operasyoneke bi dek û dolabên Suleyman Soylû hatiye kirin. 
 
BANGA JI BO PIŞTEVANIYÊ
 
Altan di nameya xwe de bang li meqama ku lêpirsînê bi rê ve dibe kir û gotiye: "Dest ji vê bêhiqûqîtiya xwe berdin û demildest îdianameyê amade bikin. Hûn bi dirêjkirina pêvajoyê re nikarin tiştekî bi dest bixin." 
 
Altan ji bo pştevaniyê bang li hemû rojnamevanan, rêxistinên pîşeyî û derdorên demokratîk kir.  
 
 

Sernavên din

25/03/2023
11:23 Li Sêrtê du malbatan bi çekan şer kirin: 2 kes mirin
10:58 ‘Kurd di Newrozê de xwedî li Ocalan derketin, niha jî dora têkbirina îktidarê ye’
10:54 Li Meletiyê avahiyên ku divê bên hilweşandin li benda erdhejokan e!
10:28 Îşkence, kuştin û birîndarkirin dibe para zarokên kurd
10:23 Abdullah Ocalan: Ez bi heqîqetê li dijî tecrîdê li ber xwe didim
09:58 Mexdûrên erdhejê beriya rojiyên berê dikin!
09:29 Li Bazîdê 5 kes hatin binçavkirin
09:06 Kavilan li nav zeviyan û zozanan vala dikin
09:03 Bi Erzînê pesnê xwe dan, lê kon nedan welatiyan!
09:01 Bi hesreta dîtina lawê xwe û dîtina gora keça xwe dijî
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2023'YAN
08:38 Li Mereşê bi pileya 4.5 erdhej çêbû
24/03/2023
23:22 ÎHD: Ji ber têrnekirina mudaxeleyan bi sedan kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest da
23:01 'Dek û Dolabên Scapen' ji bo zarokên herêma erdhejê derket ser dikê
22:22 Axaftina bi kurdî kirin hinceta 'serîhildanê'
22:04 Mazlûm Ebdî: Tevî DYA'yê dê têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê bidome
21:26 Li Bazîdê avêtina ser malan
21:10 Gundê Sîgêrê yê Amêdiyê hat bombeberankirin
20:04 Îşkence û binçavkirinên li Amedê hatin şermezarkirin
19:42 Partiya DEVA'yê di fitarê de serdana malbata Şenyaşar kir
17:56 Dê 60 milyon û 904 hezar û 499 kes dengê xwe bi kar bînin
16:49 Li Rihayê hejmara qurbaniyên lehiyê gihîşt 21 kesan
16:47 Li Meletiyê avahiya 5 qatî hilweşiya
16:44 Li Belucistanê protestoya înê
16:44 Tifaqa Ked û Azadiyê protokola xwe pêşkêşî YSK’ê kir
16:18 Li Êlih û Stenbolê 2 jin hatin qetilkirin
15:40 Li bajarê Xoyê bi pileya 5.6 erdhej çêbû
15:37 Dadgerê ku siyasetmedarên kurd ceza kirin bû Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr
15:24 Li Helebê di navbera rejîmê û komên paramîlîter de şer derket
15:11 TEV-DEM'ê ji bo Efrînê bang li Neteweyên Yekbûyî kir
14:31 Ji Bûldan û Sancar peyama hilbijartinê: Hedef 100 parlamenter e
13:57 Şandeya ji siyasetmedaran pêk dihat serdana malbata Ûl kir
13:54 Malbata Şenyaşar: Dema parêzbendî rabû dê deriyê girtîgehê vebe
13:37 Parêzer li emniyetê hatin derbkirin
13:12 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:59 Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê li hev kirin
12:53 Baroya Mêrdînê ji bo dîmenên destdirêjiyê gilî kir
12:48 2 sal in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin
12:39 Partiya Çep: Em ê di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de cih negirin
12:10 Zext li girtiyê 28 salî hatiye kirin ku bi îstîxbaratê re hevdîtin bike
12:08 Diyargaz gel mexdûr dike
12:06 Li Qereyaziyê tundiya polîsan
11:24 ‘Êrişa li dijî cemxaneyan encama feraseta ku dewlet dixwaze biafirîne ye’
11:22 Gelo terîqetan Furkanê sê salî revandiye?
11:16 Hesaba Twîtterê ya Xwebûnê piştî îtîrazê hate vekirin
11:09 Di fitareyê de xwarina sar û nanê kartû didin mexdûrên erdhejê
10:52 Walîtiya Hatayê ji mexdûrên erdhejê xwest tev li torena Erdogan bibin
10:40 Petrol tevî Çemê Êlihê bû: Xerabiyeke li dijî xweza û jiyana mirovan e
09:48 Malbatên qurbaniyên komkujiya Cindirêsê: Divê civata navnetewî hesab ji kujeran bipirse
09:39 Di hotêleke Pendîkê de şewat derket: 2 kes mirin û 2 jî birîndar bûn
09:33 Li Stenbolê di nexweşxaneyê de şewat: Kesekê jiyana xwe ji dest da
09:03 Îlham Ehmed bang kir: Siyaseta xwe ya qirkirinê ya li dijî kurdan bi dawî bikin
09:03 Girtiyê ku di erdhejê de malbata xwe winda kir dixwaze cezayê wî were taloqkirin
09:01 Çendî dîmen li holê ne jî polîsan tundî red kir û gotin: Em bi awayekî dostane ji hev qetiyan
09:01 Girtî Hayme: Em bi rêbazeke din a îşkenceyê re rû bi rû ne
09:01 Mexdûrê erdhejê yê di axurê de enfeksiyon girt jiyana xwe ji dest da
09:01 Mehmet Ocalan: Em bi hêza xwe tecrîdê bişkînin
09:00 Ji ber ku xwest sewqî Îmraliyê bê kirin berdana wê 6 mehan hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 24'Ê ADARA 2023'YAN
23/03/2023
23:43 Di maça Euroleaguyê de pankarta 'Azadî ji bo Ocalan'
20:01 Malbata Şenyaşar li ber edliyeyê fitirî
18:41 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê dê rapora xwe eşkere bike
16:57 Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Çîçek hat girtin
16:08 Danişîna doza parêzerên Abdullah Ocalan hate taloqkirin
16:03 Derbarê rojnamevan Mamedoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
15:52 Tayînkirina qeyûman hat protestokirin: Em ê hesab ji wan bipirsin
15:44 Sancar: Divê hemû hêzên demokrasiyê bibin yek
14:21 HDP’ê têkildarî herêmên erdhejê 13 xalên pêşniyazên çareseriyê eşkere kir
14:10 Li Fransayê li dijî reforma teqawidiyê çalakiyên blokajê hatin kirin
14:00 Di Doza Komkujiya Garê de daxwazên parêzeran hatin redkirin
14:00 ÎMO: Divê modelek nû ya kontrola avahiya bikeve meriyete
13:38 Petrola ku ji xeta boriya BOTAŞ’ê herikî tev li Çemê Batmanê bû
13:31 Belgeya Helwestê ya Hilbijartinê ya KESK’ê: Em ê dengê xwe bidin jiyaneke birûmet
13:06 Îfadeyên Bîlgen û Tan bûne hinceta girtinê
13:02 Hêzên rejîmê li Rojhilat ciwanek qetil kirin
12:58 Li Wanê xebatên hilbijartinê dest pê kirin: Agahiyên navnîşanên xwe kontrol bikin
12:35 Li Mereşê bi pileya 5.3 erdhej çêbû
11:58 Malbata Şenyaşar: Em bi hêvî ne ku wê meha Remezanê edaletê bîne
11:27 NPG: Dixwazin beriya hilbijartinê şer bidin desptêkirin
11:10 Navendeke terapiyê ya di hundirê çiyê de: Şikeftên Xwê
10:53 65 sal e sefariya ji ermenan maye dike
10:41 Xaniyê ku rapora kêmxesar dabûnê hilweşiya
10:15 Fezlekeya rakirina parêzbendiya Aydenîz di rojeva Meclisê de ye
10:02 Doza Pirtûkxaneya Ûmût veguhezandin AYM’ê
09:02 Mexdûrên erdhejê bêpaşîv rojî girtin
09:02 Li Îzmîrê avahiyên 45 nexweşxaneyan bi xetereyê re rû bi rû ne
09:01 'Em nikarin ji bo meha Remezanê jî tiştekî bikirin'
09:00 Kursiya biteker nedane girtiyê ku destekî wî û lingekî wî tune ne
09:00 Rojnamevan Naroûyî: Gelê Îranê dê her li qadan be
09:00 ROJEVA 23'YÊ ADARA 2023'YAN
08:59 Li gundê Kulice yê di navbera Mahabad û Bokanê de coşa Newrozê
08:44 Derbarê îşkenceya li Licê de lêpirsîn hat destpêkirin
22/03/2023
22:07 Li Gever û Rûbarokê Newroz hat pîrozkirin
21:01 Li Qoserê du malbatên xeydan li hev hatin
19:48 Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir ji girtîgehê derket
19:28 Girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay piştî 30 salan ji girtîgehê derket
18:42 Li ber NY'yê daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan
17:45 Bernamzatê HDP'ê Ferît Şenyaşar: Ez ê bibim dengê hemû kesên ku rastî bêedaletiye hatine
16:59 MSD: Berpirsyarê komkujiya li Efrînê dewleta tirk û amûrên wê ne
16:48 Hevşaredarên Êlihê: Em ê dawî li vê pergala zilmê bînin