Bîranîna Komkujiya Vartînîsê: Ne 30 sal lê 300 sal jî derbas bibin em ê ji bîr nekin!

  • rojane
  • 16:22 3 Cotmeh 2023
  • |
img
 
MÛŞ - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz di bîranîna Komkujiya Vartînîsê de axivî û wiha got: “Em baş dizanin ku sedema vê komkujiyê, dijminatiya sed salî ya li hemberî kurdan e. Ne 30 sal lê 300 sal jî derbas bibin em ê mafê pitikê di zikê dayika xwe de hatiye qetilkirin ji bîr nekin.” 
 
Di 3’yê Cotmeha sala 1993’yan de li bajarokê Vartînîs ê navçeya Têlî ya Mûşê mala malbata Ogut hate şewitandin û ji endamên malbatê 10 kes bi saxî hatin şewitandin û qetilkirin. Bi boneya salvegera komkujiyê merasîm hate lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û şandeya pê re ji bo bîranînê çûn Vartînîsê. Şande, di ketina bajarokê hate sekinandin û bi hinceta biryara qedexeyê ya walîtiyê rê nedan ku şande derbasî bajarokê bibe. 
 
Piştî nîqaşên dûvdirêj, Aydenîz di ketina bajarokê de daxuyanî da. 
 
‘JI BO KURDAN KOMKUJIYAN REWA DIBÎNIN’
 
Di dema daxuyaniya Aydenîz de cendirmeyan bênavber sîren lê dan û hewl dan ku dengê Aydenîz neyê bihîstin. Tevî vê yekê jî Aydenîz axaftina xwe domand û wiha got: “Di sala 1993’yan de komkujiyek hate kirin û mirov bi zindî şewitandin û qetil kirin. Tişta ku ev dewlet ji bo gelê kurd rewa dibîne komkujî ne. Dewleta ku mafê jiyanê neda pitikê di zikê dayika xwe de, îro nahêla ew kes bên bibîranîn. Ev yek nîşan dide bê ka ev dewlet çi rewayî kurdan dibîne. Tişta ku ev dewlet ji bo kurdan rewa dibîne, qetilkirina pitikê di zikê dayika xwe de ye. Ev sed sal in em van tiştan dijîn. Ji sala  1993’yan heta niha ev 30 sal in ev tişt tên kirin. Bi ser komkujiyê re 30 sal derbas bûn. Heke Aysel Ogut a ku ji komkujiyê filitî tiştên jiyayî venegotibûya, mîna bi dehan komkujiyên din dê dewletê ev komkujî biveşarta.” 
 
DIJMINATIYA SEDSALÎ YA LI DIJÎ KURDAN
 
Bi domdarî Aydenîz got ku dewlet hewl dide Komkujiya Vartînîsê bixe ber demborînê û axaftina xwe wiha qedand: “Ev rewş, nîşan dide bê ka dewlet dixwaze çawa bi ser vê komkujiyê bigire. Ev du sal in li leşkerê ev komkujî pêk anî digerin. Lê nayê girtin û ev yek encama polîtîkaya necezakirinê ye. Ne 30 sal lê 300 sal jî derbas bibin, ev gel dê komkujiya li dijî wan hatiye kirin, dê mafê pitikê di zikê dayika xwe de hatiye qetilkirin ji bîr neke. Serokkomar îro qala makeqanûneke nû dike ku dê her kesî di nava xwe de bihewîne. Ev makeqanûn a kê ye? Heke em îro nekarin bikevin bajarokekê wê demê hûn çima qala makeqanûnê dikin. Em vê rewşê şermezar dikin û dibêjin ku dê tu carî Vartînîsê ji bîr nekin. Em baş dizanin ku sedema vê komkujiyê, dijminatiya sed sal in li dijî kurdan tê kirin e. Lê dijminatiya li dijî kurdan tu sûdek neda vî welatî lê bi xwe re rijandina xwînê, wêranî û krîzên komî anî. Sedema van krîzan, dijminatiya li hemberî kurdan û neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Em baş dizanin ku ev dijminatî bi xwe re demokrasiyê neyîne vî welatî. Lê dê bi xwe re krîzên piralî û dîktatoriyê bîne.” 
 
ÇÛN SERDANA MUZEYÊ
 
Aydenîz, kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî, piştre çû gundê Vartînîsê û mala malbata Ogut a ku veguherandine muzeyê ziyaret kir. 
 

Sernavên din

05/10/2023
14:22 Ji AYM’ê biryara Can Atalay
14:05 Darizandina Beştaşê hate rawestandin
13:20 Rêveberiya Xweser: Tirkiye sûcên şer dike
13:15 Li başûrê Kobanê motorsîkletek hat bombebarankirin
13:14 Rojnameger Arslan û Babat beraet kirin
13:06 Destûr nehat dayîn ku hevjîna Celalettîn Can pê re hevdîtinê bike
13:05 Li Enqereyê di madenê de hezaz çêbû: 15 kes birîndar bûn
13:04 Têkildarî îdiaya Fîdan a ‘ji Sûriyeyê hatin’ daxuyanî hate dayîn
12:55 Dê bi daxwaznameyê pirsan ji Tantan bikin
12:53 Parlamenteran têkildarî rewşa girtiyên nexweş serî li Komîsyona Meclisê dan
12:52 Di operasyonên binçavkirinê de rewşa dawî
11:15 Tûpê mitbexê 30 lîre hat bihakirin
11:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:09 21 kesên hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
10:39 Hejmara kesên di lehiya Libyayê de mirin bû 4 hezar û 333
10:27 Dewleta tirk piştî axaftina Fîdan êrişî Hesekê kir
09:47 Li Anka-Derê dersên kurdî dest pê dikin
09:44 Cenazeyê Şahîn ê HPG’î li Erdîşê hate veşartin
09:11 'Werin em fihûş û tiryakê ji kuçeya xwe biqewirînin'
09:10 Bîreke li dijî bîra fermî ya 12'ê Îlonê
09:09 Xendek û dîwarên li sînor binpêkirina mafan zêdetir dikin
09:08 Serhildana Kobanê: Çi qewimî, kê çi got?
09:07 Heqê rêya vî gundî ji hezar lîreyan dest pê dike
09:05 Li pêşiya tehliyeyan ne qanûn lê sedemên siyasî astengî ne!
09:03 Jinên rojhilatê Kurdistanê: Abdullah Ocalan mifteya azadiyê da me
09:00 Ji bo Komîsyona Îmraliyê bang li Meclisê kir: Divê Ocalan were ziyaretkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2023'YAN
04/10/2023
23:12 Polîsan cenazeyê Şahîn ê HPG'î revand
21:33 Mezlûm Ebdî, Hakan Fîdan derewand
19:56 Şahidê doza parêzer Karakaş: Polîs xwest wî bieciqîne
18:22 Nagîhan Akarsel li Qamişloyê hat bibîranîn
16:54 Rojnamevan Merdan Yanardag hate berdan
16:22 Hêzên rejîmê telefonên endamên malbata Garawand desteser kirin
16:08 Berdana girtiyê 30 salî 6 meh hat taloqkirin
15:49 Nagihan Akarsel li ser gora xwe hat bibîranîn
15:46 Fîdan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
14:43 Divê Rêveberiya Xweser di hevdîtinên çareseriyê de cih bigire
13:47 Doza Ahmet Turk: Ji bo ku em siyaseta demokratîk dikin tên darizandin
13:42 Doza Kobanê bi parastinên siyasetmedar û parêzeran berdewam dike
13:13 Di danişîna Dogan de daxwaza ‘rawestandina darizandinê’ hate redkirin
13:03 Doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran hate taloqkirin
12:19 Li Îranê hêzên rejîmê êrişî jineke ciwan a 16 salî kirin
12:08 Li Hatayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
11:15 Kovara Jîneolojiyê: Têkoşîna Nagîhanê li hemû cîhanê deng vedide
11:11 Bernameyên Erdogan ji ber nexweşiya wî hatin betalkirin
10:45 Di 3 rojan de 112 kes hatin binçavkirin
10:19 Avên binerd ên Giyadînê di hedefa şîrketan de ne
10:03 Parêzer Erol: Îmrali makînaya demê ye, siberoja we nîşan dide
10:00 Rezên Amedê îsal gelek berhemdar nebûn
09:03 Qeyûmê Êlihê çav berdaye Bazara Genim!
09:02 Komploya navdewletî: Di 25 salan de 720 milyar dolar hatin xerckirin
09:01 Banga ji bo 9'ê Cotmehê: Dê meşeke girseyî tecrîdê bişikîne
09:00 Şêniyên taxê kom bûn: Em ê tiryakê biqedînin
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2023'YAN
03/10/2023
22:01 Di doza Dîlan Kortakê de dadgehê biryara nepeywirdariyê da
20:55 Doza der barê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yê berê de hat taloqkirin
20:35 Doza Kobanê: Dê cezayekî çawa li Erdogan bê birîn?
19:15 ‘Em ê li hember sûcên kesên biunîforma bêdeng nemînin'
16:22 Bîranîna Komkujiya Vartînîsê: Ne 30 sal lê 300 sal jî derbas bibin em ê ji bîr nekin!
15:56 Jinên ji ber “Ji Pirsûsê re edalet” xwestin hatibûn girtin, hatin berdan
15:31 MKGP’ê ji bo Nagîhan Akarsel daxuyanî da
15:05 Ayşenûr Arslan hate berdan
15:04 Di êrişa Îranê de kolberek hate qetilkirin
14:57 DAD: Divê canên me bên berdan
13:08 Rojnameger Ayşenûr Arslan hate binçavkirin
12:51 Li Rojhilatê û Îranê di meha îlonê de herî kêm 463 kes hatin binçavkirin
12:47 Akin: Ji bo makeqanûneke nû divê rê were paqijkirin
12:33 Li malekê cihazê guhdarkirinê yê aydê miduriyeta polîsan hate dîtin
12:19 Dosyeya ajokarê teqsiyê ku digotin ‘Di pevçûnê de hat kuştin’ 6 sal in nepen e
11:57 Navên kesên di çalakiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerekirin
11:56 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
11:55 DFG: 4 rojnameger hatin girtin û xwegihandina 268 nûçeyan hate astengkirin
11:53 Tundiya polîsan a di çalakiya Dayikên Şemiyê de hate belgekirin
11:07 Doza tacîzkirina 43 xwendekaran: Şahid nehat, danişîn hate taloqkirin
10:57 Polîsekî li Îzmîrê jinek qetil kir
10:41 10 kesên di protestokirina binçavkirinan de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:37 Li Dêrsimê 6 kes hatin binçavkirin
10:36 Têkildarî êrişa Enqereyê li 18 bajaran zêdetirî 90 kesan hatin binçavkirin
10:33 Bandora barîna barana zêde didome
10:25 ENAG: Enflasyon bû ji sedî 95,33
10:24 Burokratê qeyûm ê îthal li pey xwe nelirêtî hişt
10:06 ‘Li cihekî ku azadî lê tê xespkirin nikarin qala makeqanûneke nû bikin’
10:00 Danişîna ewil a rojnameger Merdan Yanardag sibê ye
09:54 Li dijî wêraniya qeyûm banga hevgirtinê kir
09:03 Turkdogan: Hiqûqa li Îmraliyê li Tirkiyeyê pergaleke dualî afirand
09:02 ‘Jin projeya nîvcomayî ya Abdullah Ocalan pêk tînin'
09:01 'Tecrîd dê bi têkoşîneke yekbûyî bê berterefkirin'
09:00 TJA, dê li her 3 herêmên Stenbolê li qadê be
09:00 ROJEVA 3’YÊ COTMEHA 2023’YAN
02/10/2023
21:18 Li Qoserê jinek hat kuştin
18:55 Doza Kobanê: NY'yê jî wekî HDP'ê bang kir
18:41 Polîsan cenazeyê Ogûzê HPG'î revand
18:31 Jinan taciza nên bi unîfroma protesto kirin: Em ê bêdeng nemînin
17:30 Cenazeyê Yilmaz Ozalp hat veşartin
17:06 TJA: Îktîdarê qad ji tecawizkarên biunîforma re vekir
16:45 Çalişir ê 30 sal piştre hat berdan bi girseyî hate ziyaretkirin
16:35 Li Mêrdînê ciwanek hate girtin
16:33 Di çalakiya protestokirina binçavkirinan de polîsan êriş kirin
15:55 Gelê Qersê dê di hilbijartina herêmî de bersiv bide qeyûm
15:07 Şandeya jinan ji bo Nagîhan Akarsel bi Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin kir