NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara Jinê vê hefteyê bi nîqaşên têkildarî destûra bingehîn derket.
Hejmara 32'yemîn a Kovara Jinê ku heftane tê weşandin derket. Kovarê di hejmara xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser nîqaşên derheqê destûra bingehîn a nû ku desthilatdarî dike rojev û jin jî jê re dibêjin dê ev destûr bingehîn a nû “newekheviyê kûr bike."
Sernavên hejmara kovara nû wiha ne:
* Destûra bingehîn a nû dîzaynkirina rejîma Talîban e/ Gotûbêja bi Parlamentera Partiya Çepên Kesk Adalet Kaya re - Neslî Şahîner
* Bêzarîbûn tune ye, berxwedan heye! / Oya Açan
* Avakirina kirdeyeke femînîst a polîtîk tê çi wateyê? / Carmen Díaz - Werger
* Hêvî / Ayşe Çelîk